'Emê nêzîk Dişîşa û şêniyên wê rizgar bikin'

Şervanên QSD'ê diyar kirin ku ew ê bajarkê Dişîşa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û dê ewlekariyê ji şêniyên herêmê re pêk bîn in.

'Emê nêzîk Dişîşa û şêniyên wê rizgar bikin'
17 hezîran, 2018   08:12

EHMED SEMÎR – CUMA EL-XALID / HESEKÊ

Şervanên QSD'ê yên di hemleya Bagera Cizîrê de cih digirin û niha li derdora bajarokê Dişîşa ne diyar kirin ku ew ê di demek pir nêzîk de bajar ji çeteyan rizgar bikin.

Şervanê bi navê Seqir El-Cezire yê  ji bajarê Hesekê xîtabî şêniyên Dişîşa kir û ev tişt anî ziman: "Em hatine we rizgar bikin. Armanca me parastina yekîtiya xaka welat û parastina sînorê wê ye. Em ê tu êrîşan qebûl nekin. Em rê nadin tu aliyan ku sînorê me binpê bikin."

Cizîre di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku hêzên wan gelek bajar û gund ji çeteyan rizgarkirine û wiha dom kir: "Em xwediyên nehca biratiya gelan in. Me gelek bajar û gund ji çeteyan rizgar kirin. Em ne dijminên gelan e."

Şervanê bi navê Wesîm Dirbêsiyê yê ji bajarokê Şedadê jî da zanîn ku êdî di bajarokê Dişîşa de ne û ev tişt anî ziman: "Muralê me gelekî bilinde. Em ê nêzîk tevahî bajarokê Dişîşa ji çeteyan rizgar bikin."

(dc)

ANHA