Balafirên şer ên Lîbyayê Raslanof û Sêrte bombebaran kirin

Balafirên şer ên girêdayî artêşa Lîbyayê cihê komên çekdar li herêma operasyonên leşkerî ji Raslanof hetanî destpêka Sêrt bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Lîbyayê Raslanof û Sêrte bombebaran kirin
17 hezîran, 2018   08:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Hêzên Asîmanî ya Lîbyayê da zanîn ku balafirên artêşa wan cihên kombûnê yên çeteyan li herêma çalakiyên leşkerî ji Raslanof hetanî bajarê Sêrteyê bombebaran kirine.

Odeya çalakiyan bang li welatiyên herêmê kir ku tu kes nêzî cihên "dijmin" nebe û bi taybet cihê cebilxane û kombûnên wan.

Odeya çalakiyan îdia kir ku balafireke wan depoyeke cebilxaneyê ya dijmin li herêma Raslanof rûxandiye.

Ji aliyekî din ve jî saziya petrolê li Lîbyayê xwest ku çekdarên Îbrahîm EL-Cedran bê şert û merc ji bendera Raslanof derkevin.

 (cu/ew)

ANHA