Şahideke hovîtiya DAIŞ’ê: Çerxerêya El-Qefes

Çeteyên DAIŞ`ê li herêmên di bin dagirkeriya xwe de bi gelek şêwazan îşkenceyê li sivîlan dike. Lê avêtina wan di qefeskê de û biriyarên bê ser û ber deheqê wan de dihat girtin yek ji îşkeceyên herî balkêş ku derbarî wan dihat kirin. Çerxerêya El-Qefes a bajarê Girê Spî yek ji şahîdên li ser kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ye ku li ser sivîlan bi tewanên derew pêk dianîn. 3 sal di ser rizgarkirina bajêr û êş û zehmetiyên ku sivîlan dikişandin re derbas bûn lê heta niha hemû bîranîn di hiş û bîra şêniyan

Şahideke hovîtiya DAIŞ’ê: Çerxerêya El-Qefes
17 hezîran, 2018   08:26

GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Çerxerêya El-Qefes dikeve nêzî mizgefta El-Şêx Emar El-Derwîş a navenda bajarê Girê Spî. Dema ku bajar di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû ev qefes hate avakirin. Dema ku şêniyan zagonên ku ji aliyê çeteyan ve hatine danîn pêk nedianîn, di qefesê de dihatin îşkencekirin.

Beriya ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Girê Spî xistin bin dagirkeriya xwe û tevî ku qefes li ser çerxerêyê hebû, tu kes jê neditirsiya lê belê piştî wê ew qefes ji şêniyan re bû cihê metirsiyê.

Dema ku bajarê Girê Spî di 15`ê Hezîrana 2015`an de hate rizgarkirin şêniyên bajar piştî çend salan ji nû ve dest bi jiyanê kir. Lê heta niha jî hemû bîranîn di bîra wan de ne û zehmet e ku ji bîr bikin.

Welatiyê bi navê Fewaz Mihemed El-Masî bi çavên xwe dîtiye bê ka çawa sivîl di qefesê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dihatin îşkencekirin. Mihemed El-Masî dibêje ku dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajar xistin bi dagirkeriya xwe, şêniyên bajar bi darvekirin, qutkirina serî, dest û lingan ditirsandin û wiha pê de çû: "Welatiyê ku zagonên çeteyan jî pêk nedianîn bi saetan li ser parçeyekî hesin bi bin ravê de dima. Heger kesek bi tewana gawirtiyê dihat tewanbarkirin, di heman demê de sûc li ser wî pêk dihat da ku dagirkeriya xwe li ser herêmê ferz bikin."

El-Masî di berdewama axaftina xwe de got ku çerxerê dikeve nêzî mizgeftê û kesê ku çend deqeyan li ser nimêjê dereng diman, bi saetan di qefesê de dihatin girtin.

El-Masî diyar kir ku dema ku kesek di qefesê de dihat îşkencekirin, şêniyên din neçar dikirin ku hemû karên xwe bisekinînin û li wî kesê di qefesê de temaşe bikin da ku ji wan re bibe mînak.

Di dawiyê de Mihemed El-Masî destnîşan kir ku ji dema ku bajarê Girê Spî ji aliyê şervanê YPJ/YPG`ê ve hate rizgarkirin, ew jî ji wê qefesa ku bûbû cihê metirsiya şêniyan rizgar bûn.

(bx/ew)

ANHA