Griffith peywireke dîplomasî ya awarte li Senha dimeşîne

Şandeyê Netewên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martin Griffith ji bo peywireke awarte gihîşt Senha da ku bajarê El-Hedîde ji ber şer bide alî.

Griffith peywireke dîplomasî ya awarte li Senha dimeşîne
16 hezîran, 2018   11:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a AFP'ê şandeyê Netewên Yekbûyî Martin Griffith ji bo peywireke dîplomasî ya awarte pêk bîne gihîşt Senha û berê xwe da civînekê bi rayedarên Hosiyan re.

Sedema vê serdanê jî di çarçoveya şer û pevçûnên di navbera hêzên Yemenê ku alîkariya xwe ji koalîsyona Erebî werdigrin û Hosiyan de ye. Hêzên Yemenê ku niha serweriya balefirgeha El-Hedîde ya li berava derya Sor dikin.

Bajarê El-Hedîde xwedî girîngiyeke stratejîk e û beravgeha sereke ya derbaskirina alîkariyên mirovahî ji milyonan kesan re ye.

Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî ditirsin ku di encama şerê li bajarê El-Hedîde de hemû alîkarî bêne rawestandin. Lê Siûdiyê û Îmarat misogerkirina derbaskirina alîkariyan dane civaka navnetewî.

Martin Griffith ragihand ku danûstandinên wî bi herdu aliyan re berdewam in da ku bajarê El-Hedîde ji şer bidin alî.

(jh/cu)

ANHA