Agirkuj her dem ji bo xizmeta gel amade ne

Focên agirkuj alîkariya şêniyên herêmê dikin û heyanî niha destwerdana 70 buyerên şewatê kiriye.

Agirkuj her dem ji bo xizmeta gel amade ne
Agirkuj her dem ji bo xizmeta gel amade ne
Agirkuj her dem ji bo xizmeta gel amade ne
Agirkuj her dem ji bo xizmeta gel amade ne
16 hezîran, 2018   11:13

EMAR EL-XELEF/REQA

Piştî ku bajarê Reqa û gundewarên wê 20`ê Cotmehê rizgar bû Meclîsa Sivîl a Reqayê gurûpa destwerdana yekemîn ava kirin û di nava wê gurûpê de gelek foc hebûn. Ji wan focan yek jî focê agirkuj hat avakirin.

Focê agirkuj destpêka îsal hat avakirin û bi awayekî çalak dema ku agir bi cihekî dikeve, ew foc destwerdan dikin û agir vedimrîne.

Rêvebirê focê agirkuj Tirkî Xelîl El-Elî anî ziman ku ew li gorî derfetên xwe agir vedimrînin û heyanî niha 70 caran, agirê bi malan ketiye hate vemirandine.

Li gel focê agirkuj du erebeyên agirkuj û yek jî ambulans heye. Şêniyên Reqayê ji ber qutbûna toreyên telefonan zû bi zû nikarin bighîjin foca agirkuj.

Xelîl El-Elî anî ziman ku ew her tim ji bo xizmeta gel amade ne. 

(np)

ANHA