Kevintirîn dikan li Kobanê

Li Kobanê beriya 50'î salî tenê dikana Nebo Şêx Hesen hebû, îro jî di nava hemû dikanên bazara Kobanê Şêx Hesen çawa kar dike?

Kevintirîn dikan li Kobanê
Kevintirîn dikan li Kobanê
Kevintirîn dikan li Kobanê
16 hezîran, 2018   11:40

ZANA SÎDÎ/KOBANÊ

Di salên 80`î yên borî de berî rewşa bazirganî û sînaî ew qasî li Kobanê pêşbikeve, şêniyên Kobanê pêdiviya xwe ji bajarên mezin weke Heleb, Şam û Reqa digirtin.

Dikana Nebo Şêx Hesen kevintirîn dikanên Kobanê ye. Apê Nebo beriya 55 salan ev dikan li kolana "El-Seraya" a bi nav û deng vekiribû.

Apê Nebo tevî madeyên xwarinê tovên sebzeyan, şînatiyên tendrûstiyê, hungiv û pêdiviyên şînatiyan difrot.  

Nebo Şêx Hesen niha li ber deriyê dikana xwe rûdine û li tevgera şêniyên bajêr di nav dikanên ku nû hatine vekirin dinêre.

Niha temenê apê Nebo bûye 85 salî û ji ber hin nexweşiyan nikare mîna berê kar bike.

Sala 2014`an di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê zarokên Şêx Hesen jî koçber bûn û ji bavê xwe veqetiyan, niha Şêx Hesen jî bi tenê ye û xemgîn e.

Bajarê Kobanê di şerê 2014`an bi temamî hat rûxandin û piştî xebatên avakirinê yên 3`ê salan gelek dikanên pîşesazî hatin vekirin, lê dîsa jî dikana apê Nebo Şêx Hesen li gel şêniyên Kobanê cûda ye.

(şx)

ANHA