Fotografê çeteyê El-Nusra û leşkerê Tirk bi hev re

Dîmenên çeteyên El-Nusrayê û leşkerên Tirk Erdogan direwînin. Dîmen careke din têkiliya di navbera El-Nusra û devleta tirk de radixin ber çavan.

Fotografê çeteyê El-Nusra û leşkerê Tirk bi hev re
15 hezîran, 2018   12:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Lingê El-Kaîdeyê yê Sûriyê Cebhet El-Nusra li bajarên Suriyê yên wekî Idlib, Hama, Humis û nemaze li Rojava bi hezaran sivîl qetil kirin. Devleta tirk ji destpêkê ve alîkarî û piştgiriya lojîstik da çeteyên El-Nusrayê.

Çeteyên El-Nusrayê li bakurê Sûriyê û Rojava li ser navê Erdogan û AKP’ê kurd ji xwe re kirin armanc û bi hezaran sivîl qetil kirin. El-Nusra ku li herêmê li ser navê Erdogan-AKP’ê şerê wekaletê dide meşandin, li cîhanê wek komeke terorîst tê zanîn. Gelek belgeyên ku têkiliya El-Nusra û devleta tirk aşkera dikin, derketin holê lê belê devleta tirk her dem ev yek înkar kir. Piştî ku çeteyên El-Nusrayê teşhîr bûn, navê xwe kirin Heyet Tahrîr El-Şam.

Di halê hazir de Heyet Tahrîr El-Şam li ser navê devleta tirk li Idlibê şer dike. Di hin dîmenên nû de ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, çeteyekî Heyet Tahrîr El-Şamê û leşkerekî tirk bi hev re tên dîtin. Çeteyê ku dîmenê dikişîne, dibêje “Ez selfie dikişînim, li cem min jî leşkerê tirk heye.”

Selfieya çeteyê El-Nusrayê û leşkerê tirk îdiayên Erdogan û dewleta tirk derew derdixe û têkiliya organîk a di navbera wan de careke din belge dike.

(ew)