Nexweşxaneya Niştîmanî dest bi operasyonan dike

Rêveberiya Nexweşxaneya Niştimanî ya Tebqayê ragihand ku dê di demeke nêzîk de beşa operasyonan dest bi xebatê bike.

Nexweşxaneya Niştîmanî dest bi operasyonan dike
Nexweşxaneya Niştîmanî dest bi operasyonan dike
Nexweşxaneya Niştîmanî dest bi operasyonan dike
15 hezîran, 2018   11:22

TEBQA

Beşa Operasyonan a Nexweşxaneya Niştimanî ya Tebqayê ji 2 serwîsan pêk tê. Serwîsa operasyonan û serwîsa alav û pêdiviyên birînan. Di nexweşxaneyê de dê operasyonên giştî, operasyonên hestî, fitiq û telik werin kirin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Ubeyd Mislim diyar kir ku serwîsên operasyonan dê di rojên pêşiya me de werin vekirin.

Mislim destnîşan kir ku nexweşxane ji ber dizî û talankirina di dema DAIŞ'ê de û ji ber kêm derfetan û nedestekdayîna rêxistinên tenduristiyê dereng hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Tenduristiyê piştî bidawîkirina nexweşxaneyê ji aliyê lojîstîk ve hat vekirin. Lê nexweşxane ji bo berdewamkirina pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê, pêwîstiya wê bi alav û dermanan heye.

(şx/ew)

ANHA