‘Bajarê lîstokan’ di cejnê de vebû

Îro di saetên serê sibê de bajarê lîstokan ê Reqayê ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû girtin, hate vekirin. Zarokên Reqayê di roja yekem a cejnê de berê xwe da bajarê lîstokan.

 ‘Bajarê lîstokan’ di cejnê de vebû
 ‘Bajarê lîstokan’ di cejnê de vebû
 ‘Bajarê lîstokan’ di cejnê de vebû
 ‘Bajarê lîstokan’ di cejnê de vebû
15 hezîran, 2018   12:39

BASIL EL-EBDULAH / REQA

Şêniyên Reqayê û bi taybet zarok dema çeteyên DAIŞ'ê bajarê wan dagir kiribû, ji kêfxweşî û şahiyê bê par mabûn. Çeteyan bajarê lîstokan û lîstokên ceyranê girtibûn û li ser deriyê wê nîşana reş danîbûn. Qedexe bû ku bajarê lîstokan were vekirin.

Piştî ku şervanên QSD'ê hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê da destpêkirin, çeteyên DAIŞ'ê herêmên kêfxweşî û lîstokên zarokan teqandin. Di nava cihên hatin teqandin de bajarê lîstokên zarokan jî hebû.

Piştî bajar ji çeteyan hate rizgarkirin, komîteyên taybet ên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bajarê lîstokan û cihên çeteyên DAIŞ'ê rûxandibûn careke din temîr kirin. Îro jî bajarê lîstokan di roja yekem a cejnê de hate vekirin.

(dc/ew)

ANHA