Êm û dermanên sewalan li Dêrazorê buha bûne

Di encama bilinbûna buhayên êm û dermanên sewalan de li gundewarên Dêrazorê, xwediyên sewalan neçarî firotina sewalên xwe bûn.

15 hezîran, 2018   10:16

HEMED EL-MISTEFA / DÊRAZOR

Hejmara seriyên pez û sewalan li herêmên gundewarên Dêrazorê ji ber astengiyên ku xwediyên sewalan pê re bû bi rû dibin, kêm dibe. Nemaze buhayê êm û dermanên sewalan li gorî sala borî bilind bûye û bi dijwarî tên peydakirin.

Xwediyên sewalan ên gundê El-Sehwê yê rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku di encama bilindbûna buhayên êm û dermanên sewalan de, beriya 3 salan hejmara seriyên sewalan nêzî 4 hezaran bûn lê niha tenê 400 serî ne.

Beşa Berhemên Sewalan a girêdayî Komîteya Çandiniyê tevî hemû kêmderfetan bi rêk û pêk bi xebatên xwe radibe û gelek nexweşiyên sewalan derman dike.

Bêrîvaneke gundê El-Sehwê ya bi navê Rîhab El-Esaf girêdayî mijarê wiha got: "100 seriyên pez û 8 çêlekên min hebûn, lê di encama bilindbûna buhayên êm û dermanên sewalan de, ez neçar mam beşeke mezin ji pezê xwe bifiroşim da ku ez bikarim êm ji yên din re peyda bikim. Em bang li aliyên têkildar dikin ku alîkariya me di vê mijarê de bikin."

Bijîşkê sewalan Enes El-Xesanî ku endamekî Beşa Sewalan e, wiha got: "Navenda me beriya mehekê dest bi xebatan kiriye û tevî hemû kêmderfetan hemleyên dermankirina sewalan dan meşandin."

Her wiha di encama ziyanên li hilberîna çandiniyê bûne buhayê êmê sewalan jî gelekî bilind bû û bar li ser milê xwediyên sewalan gelekî giran bûye.

(ew)

ANHA