Piştî 4 salan cejneke azad pîroz dikin

Piştî mehrûmiya 4 salan şêniyên Reqayê careke din bi azadî cejna Remezanê pîroz dikin. Reqayî diçin serdana goristanan û cejnê li hev pîroz dikin. Welatiyan destnîşan kir ku ew bi saya berxwedana şervanên QSD'ê cejna xwe bi azadî pîroz dikin.

Piştî 4 salan cejneke azad pîroz dikin
Piştî 4 salan cejneke azad pîroz dikin
Piştî 4 salan cejneke azad pîroz dikin
15 hezîran, 2018   10:12

EMÎNA EL-ELÎ –FECIR EL-XALID / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên Reqayê û hemû deverên ku dagir kirin, ji pêkanîna rê û resmên cejnê mehrûm kiribûn. Çeteyan qedexe kir ku welatî biçin serdana goristanan, her wiha welatî dane koçberkirin û goristan xira kirin.

Lê piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, îro yekem cejna Remezanê welatî bi azadî pîroz dikin. Welatî rê û resmên cejnê bi rehetî pêk tînin. Welatiyan piştî nimêja cejnê berê xwe da goristanan. Li ser goran Quran hate xwendin, her wiha jinan şêranî li ser gorên xizmên xwe belav kirin.

Para herî mezin a kêfxweşiyê ya zarokên Reqayê bû. Zarok di nava goran de digeriyan û bi rûkenî şêranî ji welatiyan berhev dikirin.

Welatiyê bi navê Yasir El-Hesen ê ji Reqayê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê serdana goristanan qedexe kiribû û wiha dom kir: "Çeteyan îdia dikir ku serdana goran kufr e, lewma nedihiştin ku em serdana gorên miriyên xwe bikin. Gor ruxandin û kevirên wan ên buha jî hemû firotin."

El-Hesen da zanîn ku ew cejna îsal bi kêfxweşî pîroz dikin û piştî ji DAIŞ'ê xilas bûne bi aramî dijîn.

Jina bi navê Herba El-Mustefa jî cejna Remezanê li hemû welatiyên misilman û bi taybet şêniyên Reqayê pîroz kir û got ku çend sal bûn ew ji cejnê bê par mabûn û wiha dom kir: "Em careke din êdî dikarin bi azadî cejnê pîroz bikin."

Welatiyê bi navê Hisên El-Şêx jî diyar kir ku şervanên QSD'ê ew ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û ev tişt anî ziman:  "Em êdî bi saya berxwedan û têkoşîna şervanan bi azadî serdana gorên xizmên xwe dikin. Çeteyan hemû gor xira kiribûn, lê em niha kêfxweş in, ji ber ku em azad bûne."

Şêniyên Reqayê cejna îsal li hemû welatiyên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku li tavahiya Sûriyê aramî pêk were.

(dc/ew)

ANHA