Jinên Helebê: Dem dema hesbxwestinê ye

Jinên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer in û ji rêxistinên mafên mirovan  xwestin ku bi erka xwe ji bo serbestberdana Ocalan rabin.

Jinên Helebê: Dem dema hesbxwestinê ye
15 hezîran, 2018   09:37

SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Jinên taxa Şêxmeqsûd ji ANHA‘yê re axivîn û tecrîda dweleta Tirk  a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Welatiya bi navê Emel Horo, siyaseta dewleta Tirk a li hember gel Kurd û Abdullah Ocalan de şemezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Ocalan û serkeftinên Gelê Kurd bi dest dixin bi tirse. Lewra dixwaza gelê Kurd tune bike.

Emel gotinên xwe wiha domand:"Em hêz û vîna xwe ji serokê xwe digirin. Em bi fikir û felsefeya wî bawer in. Heta serokê me azad ne be, aramî ji me re tune ye".

Ji aliyê xwe ve Cîhan Hesen ji aliyên peywendedîdar, rêxistinên mafên mirovan û ji raya giştî xwest ku ji bêdengiya xwe derkevin û rewşa Ocalan li ber çavan bigirin û ji bo azadkirina fişarê li dewleta Tirk bikin.

Cîhan gotinên xwe wiha domand:" Dewleta Tirk bi girtina Rêbertî bawer dikir ku wê gelê Kurd û felsefeya Serok ji holê rake. Lê nizanî ku bi milyonan Kurd bi fikir û felsefeya rêberê xwe ve girêdayî ne".

Di derbarê vê mijarê de Emel Reşîd got:" Li hember kiryarên dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya navdewletî êdî sebira me ne ma. Êdî dema hesab xwestinê ji xwînvexwaran re hatiye. Dewleta Tirk û hevkarên wê ji xwîrijandinê hê têr ne xwarin ".

Di dawiya axaftina xwe de Emel Reşîd wiha got:" Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e lê rêberê gelê Rojhilata Navîn e û fesefeya wî ji bo me pîroz e".

(şx)

ANHA