TEV-DEM geşedanên dawî ji welatiyan re şîrove kir

Tevgera Civaka Demokratîk bi civînekê geşedanên dawî ji şêniyên gundên Ehdas ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê re nirxand. Di civînê de hate gotin ku berxwedana Efrînê maska her kesî eşkere kir.

TEV-DEM geşedanên dawî ji welatiyan re şîrove kir
TEV-DEM geşedanên dawî ji welatiyan re şîrove kir
TEV-DEM geşedanên dawî ji welatiyan re şîrove kir
TEV-DEM geşedanên dawî ji welatiyan re şîrove kir
TEV-DEM geşedanên dawî ji welatiyan re şîrove kir
13 hezîran, 2018   18:01

ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca nirxandina geşedanên dawî, civînek ji gundê Ehdas ê navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê re lidarxisitn. Bi dehan şêniyên gund û welatiyên Efrînê di civînê de amade bûn.

Rêveberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer di civînê de axivîn û diyar kir ku aloziya Sûriyeyê bi çek  û destwerdana derve nayê çareser kirin, çareserî bi riya hevdîtinên aliyên Sûrî dê pêk were.

Hesen Koçber bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya li derbarê rewşa Efrîniyên li Şehbayê got, "Civaka navdewletî derbarê rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê hîna bêdeng in, komployên dagirkeran ên li dijî gelê Efrînê hîn berdewam e. Berxwedana Efrînê maska her dewletekê eşkere kir."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê, YPG û YPJ‘ê bi dawî bû.

(bb)

ANHA