Gavên nû ber bi pêşxistina aboriya jinê ve

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çarçoveya pêşxistina aboriya jin de koperatîfa çêkirina şêraniyê vekir.

Gavên nû ber bi pêşxistina aboriya jinê ve
Gavên nû ber bi pêşxistina aboriya jinê ve
Gavên nû ber bi pêşxistina aboriya jinê ve
Gavên nû ber bi pêşxistina aboriya jinê ve
13 hezîran, 2018   17:23

ARAS YÛSIF-ROZANA DEDO / HELEB

Rêxistina Kongreya Star a Helebê bi armanca pêşxistina aboriya jinê li taxa Şêxmeqsûd kooperatîfa çêkirina şêraniyê vekir.

Di vê projeyê de 3 jin ji saet 08:00 heta saet 20:00‘an de dixebitin û cûreyên cuda yên şêranî çêdikin û bi buhayê kêmtir ji bazaran difroşin.

Emîne Reşîd got: "Ev koperatîf ji beriya hefteyekê bi hevkariya jinên komîna taxê û endamên Kongrê destpê kiriye. Ev proje ji bo me gaveke pir girîng e ku em bi xwe xwe bi rêve bibin û debara xwe ya jiyanî pêk bînin, bêyî ku alîkariyê ji kesekê bixwazin."

Kongra star a taxa Şêxmeqsûd ji bo vekirina şaxek nû li taxa El-Eşrefiyê (Benî zêd) amadekariyan dike.

Endama rêveberiya Kongra Star a taxa Şêxmeqûd Fatma Hesen diyar kir ku projeyên wan ên ji bo jinan hene û got:"Armanca projeyên me pêşxistina aboriya jinan e û her wiha zêdekirina derfetên kar ji jinên taxê re ye".

(şx)

ANHA