Li Deraa pevçûnên giran

Li gelek deverên parêzgeha Deraa di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar de şerên giran derketin. 

Li Deraa pevçûnên giran
13 hezîran, 2018   11:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora bajarokê Zimerîn ê bakurê rojavayê Deraa di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar de şer derket. Hêzên rejîmê herêmên Derîa bi çekên giran gulebaran kirin.  

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku Li çola Sûriyê jî çeteyên DAIŞ`ê bi giranî êrîşî rejîma Sûriyê kiriye. Êrîşa ku hat kirin li ser îstasyona li rojhilatê Bûkemalê bû û heta derengiya şevê berdewam kir. 

Saziya çavdêriyê da zanîn ku rejîma Sûriyê alîkariyên leşkerî wek çek, cebilxane û gelek leşker şandine çola Sûriyê.

Her wiha saziya çavdêriyê tekez kir ku alîkariya leşkerî hîn jî berdewam e û leşkerên rejîma Sûriyê li hemberî fikara êrîşên DAIŞ’ê cihên xwe xurt dikin.

 (cu)

ANHA