Beriya cejna Remezanê Minbic...

Bi hatina cejna Remezanê re qerebalixa li sûkên bajarê Minbicê zêde bû. Her kes pêdiviyên cejnê dikire. Şêniyên herêmê bi kêfxweşî, aramî û ewlehî pêşwaziya cejnê dikin.

Beriya cejna Remezanê Minbic...
Beriya cejna Remezanê Minbic...
Beriya cejna Remezanê Minbic...
13 hezîran, 2018   11:48

أSELWA ABDULREHMAN – KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Dûrî gefên dewleta tirk a dagirker, çeteyên wê û lihevkirinên li ser bajarê Minbicê, şêniyên bajêr xwe ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê amade dikin û pêdiviyên xwe peyda dikin.

Mîna her salê xwediyên dikanan pêdiviyên cejnê li pêşiya dikanên xwe datînin da ku bala şêniyan bikişînin.

Welatiyê bi navê Abdulqadir Qehreman diyar kir ku ew bi hatina cejnê kêfxweş in û wiha got: "Em hatin sûkê da ku em pêdiviyên cejnê ji xwe re bikirin. Buhayê pêdiviyan jî baş e. Lê ji vê girîngtir ku em li bajarê xwe kêfxweş in û bajarê me di nav aramiyê de ye."

Her wiha cilfiroşê bi navê Yûnis Mehmûd got ku ew bi hatina cejnê kêfxweş in û destnîşan kir ku buhayê cilan ne bilind e û şêniyên bajar hemû pêdiviyên xwe dikirin.

Ji aliyekî din ve jî Hêzên Ewlehiya Hundirîn gera xwe di nava bajêr de zêde kiriye da ku şênî bi aramî cejnê pêşwazî bikin.

Yek ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundrîn a bajarê Minbicê Rîm El-Elî got ku wan hemû tedbîrên ji bo parastina ewlehiya bajêr girtine û ew 24 saetan di nava liv û tevgerê de ne.

(bx)

ANHA