Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîl

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ku li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne, koma sêyemîn a gel ku di nava wan de siyasetmedar, pêşmergeyên dêrin û hunermend jî hene, berê xwe da Qendîlê.

Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîl
13 hezîran, 2018   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakî û nerazîbûnên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê, berfireh dibin. Li aliyekê ji beşek civakê nerazîbûn û bang bilind dibin, li aliyê din piştgiriya ji bo çalakiyan zêde dibe.

Çalakiya herî bibandor û balê dikişîne jî çalakiya mertalên zindî ku Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê daye destpêkirin e. Ciwanan di 8’ê Hezîranê de li Binarê Qendîl çadir vedan û diyar kirin ku ew ê li dijî dagirkeriyê bibin mertal.

Bi destpêkirina çalakiyê re, ji gelek cihên cuda yên Başûr jî welatiyan kom bi kom berê xwe dan Qendîl û destek dan ciwanan.

Siyasetmedar, pêşmerge, hunermend

Piştî Ranya, Qeladizê û welatiyên ji Rojava yên li Başûr, îro jî girseyek Qelebalix ji Silêmaniyê ket ser rêya Qendîl. Rêveber û endamên Tevgera Azadi, Bereya Gel a Demokratîk, REJAK û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk îro serê sibehê bi 2 pasan ketin ser rêya Qendîlê.

Di nava girseyê de her wiha pêşmergeyên dêrîn, helbestvan û hunermend jî hene.

Girse wê di ser Dukan û Ranya re derbasî Qendîl bibe û çadira ciwanan ziyaret bike. Çav li rê ye ku daxuyaniyek jî bê dayîn.