ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.06.2018
13 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê yên li navçeya Ihris a Şehbayê li dijî polîtîkeyên dagirketiya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê xwepêşandanekê lidar dixin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cenazeyê 4 şervanên QSD‘ê yên ku di Pênava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Hanî EL-Hesen a li bajaroka Bisêra dê werin oxirkirin. Saet 15:00 . (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şerevanê QSD‘ê Ebdulqadir Muslim Mehmûd ê ku li bajarê Tebqayê dema erka xwe ya leşkerî pêk di anîn şehîd bibû, li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 17:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah anî ziman ku Pêngava Bagera Cizîrê berdewam e û şer di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê bi dijwarî didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma destnîşan kir ku çete li Babê li ser mal û mulkên şêniyên herêmê yên ku dizîne, şer dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa diyar kir ku armanca dewleta Tirk bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, binpêkirina îrade û vîna gelê Kurd e û got ku êrîşa li dijî Qendîlê encama bê dengiya navdewletî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên herêma Minbicê nerazîbûnên xwe derbarê gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê anîn ziman  û gotin ku Tirkiyê bi van nêzîkatiyên xwe hewl dide aramiya herêmê têk bibe û projeyên xwe yên mîtîngerî berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Yekemîn a Ciwanên Reqayê Mihemed Xabûr diyar kir ku, armanca konferansê avakirina meclîsa ciwanan û rêxistinkirina wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Piştî şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) gelê Kobanê berê xwe didin dadgehan da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, ew pirsgirêk jî bi rêbazên civakî têne çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî rizgarkirina herêma El-Keramê ya girêdayî Reqayê, şêniyên herêmê bi kêfxweşî cejna Remezanê pêşwazî dikin û hêviya aştî ji hemû herêmên Sûriyê re dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di demên dawî de li bajarê Tebqayê pirsgirêka qutbûna ceyanê zêde bûye. Sedema qutbûnê ji ber ku tekane terensê ku bajarê ji ceyaranê têr dike bare wê gira ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi rasthatina Cejna Remezanê re li sûkên gelêrî yên gundewarên rojhilata Dêrazorê qerebalix zêde dibe. Sûk ji serî sibehê de heta saetên dawiya şevê tijî şênî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Nivîskarê Kurd Şêrzad Yezîdî destnîşan kir ku li gundekî di bin serweriya PDK`ê de mayîna leşkerên artêşa Tirk tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirkiyê ya Başûrê Kurdistanê ye.

DOSYA

- Bi destpêka şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de destpê kir re pîlanên dijberiyê yên li dijî pirojeya demokratîk zêde bûn. Şoreşa ku rêgezên xwe ji bingeha Serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara sala 2004'an girtiye êdî mezin dibe û li herêmên Bakurê Sûriyê tevahî belav bû. Gelek hêzên dijber ên herêmî û derve hewl dan destwerdanê di karûberên rêveberiya Bakurê Sûriyê de bikin, li ser vî esasî jî beşek ji xaka wê dagrkirin da ku berjewendiyên xwe tesbît bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA