Li bejahiya Dêrazorê şer giran dibe

Li çola Dêrazorê bi taybet li nêzî stasyona T2 di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê şerê giran rû da.

Li bejahiya Dêrazorê şer giran dibe
12 hezîran, 2018   08:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê careke din bargehên rêjîma Sûriyê û hevkarên wê yên li çola Dêrazorê hedef girtin. Çeteyan êrîşek dijber birin  ser bargehênhêzên rêjîmê yên li nêzî Stasyona duyemîn a T2 ku di navbera gundewarên rojhilatê Humis û Dêrazorê ne.

Di navbera herdû aliyan şerên giran rû dan. Di heman demê de topbaran di navbera herdû aliyan de pêk dibe. Derbarê endamên şer de tu agahî ne hatin dayîn.

Di heman demê de li derdora bajarê El-Bûkemal a stratejîk jî di navbera DAIŞ û hêzên rêjîma Sûriyê de şer derket. Şer bi awayekî demkî li li rojava û bakur-rojavayê El-Bûkemal rû dide.

Li aliyê din di çend saetên derbasbûyî de jî li gundwarên Dêrazorê yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, bi taybet ên li ber ava Firatê rêzeteqîn pêk hatin. hate gotin ku teqîn di encama bomebebarana balafirên Koalîsyona Navdewletî ya li ser herêma bajaroka El-Sûse pêk hatiye.

Li aliyê din jî li herêmên rojavayê bajarê Helebê topbaran di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de pêk hat. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku hêêzn rêjîmê bajaroka Xan El-Esal topbaran kirin û herêmên ji bajaroka Kefer Naha jî topbaran kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî pêk hatin.