Jiyana niştecihên Şebayê di xeteriyê de ye

Endamê Rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn Dr Azad Sebirî diyar kir ku derman û pêwsîtiyên dermankirinê li herêma Şebayê nayê peydakirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin.

Jiyana niştecihên Şebayê di xeteriyê de ye
12 hezîran, 2018   08:25

ELÎ KEDRO – CEFER CEFO / ŞEHBA

Bi rasthatina demsala havînê re mêşûmor li herêma Şehbayê zêde bûne, ev dibe sedema ku nexweşî di nava welatiyan de zêde bibe. Di vê rewşa zehmet de derman û pêwîstiyên tenduristî nayên peydakirin.

Endamê Rêveberê ê Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn ya kantona Şehbayê Azad Sebrî diyar kir ku niştecihên ji nexeşiyên zêde wekî Leşmanî û nexweşiyên din wekî sil û nexweşiyên singe gazinc dikin. Ev ji ber bilindbûna pêla germê zehmetiyên wan zêde dike.

Sebrî her wiha destnîşan kir ku derman û alavên pêwîst ên tenduristî li gel wan nîne û wiha dom kir: "Di vê demê de mêşûmor, mar û dolpî jî zêde dibin. Lewma pêwîstiya me bi gelek cûreyên dermanan heye."

Sebirî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku gelek neşxweşên ku rewşa wan giran e hene û pêwîstiya wan bi derketina derveyî kantonê heye û wiha dom kir: "Lê ji ber kantona Şehbayê di çemberê de ye, em nikarin nexweşên giran ji herêmê derbixin. Ev yek bû semda ku jiyana welatiyan di xeteriyê de ye. Çiqasî rewşa girtina riyan dibe, xeteriya welatiyan zêde dibe."

Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Azad Sebrî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên alîkariyan kirin ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin.

ANHA