Di rojnemeyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vî sibê de bal kişandin ser komkirina hêzên rêjîma Sûriyê ya li başûrê Sûriyê, her wiha aloziya hilbijartinên Iraqê û mijarên din.

Di rojnemeyên ereban de îro
12 hezîran, 2018   07:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişanin ser rewşa başûrê Sûriyê, dosya koçberan, Filistîn, Iraq û  hevdîtina di navbera Serokê Amarîka û Koriya Bakur.

Rewşa Sûriyê

Rojnameya El-Erebî derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Defên şer li ber deriyên Dera lê didin, Şerê diyarkirinê ya hemû aliyan e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kirin ku hêzên rêjîma Sûriyê tevgera xwe zêde kiriye û wiha dom kir: "Alîgirên rêjîmê tevgera xwe li hin herêmên Sûriyê zêde kiriye. Ev tevger diyar dike ku şerekî nû li ber deriyê Derayê ye. Bi taybet piştî ku danûsteninên di navbera Amarîka û Rûsiya ku Urdinê jî beşdarî wê bibû têk çûn ku dûrî şer herin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "NY ji rewşa welatiyên Idlibê bi fikare bi taybet ji ber bombebaranê" Rojanemeya El-Erebî jî sernavê "Rûsiya 'aloziyek kûrtir' di koçberiya ji Sûriyê liba dike" avêt. Rojnameya El-Heyat jî sernavê "hejmare koçberan di sala 2018'an de astên berê derbas kir"

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku NY ragîhand ku zêdeyî 920 hezar kes di 4 mehên destpêkê yên salê de koçber bûne û wiha dom kir: "Bi vê yekê ev hejmar di  beranberî 7 salên derbasbûyî de asta herî bilind e. Bi vê yekê hejmara kesên di hindirê Sûriyê de koçber bûne gihişt 6,2 milyon kes in û 5,6 koçberên li welatên cîran in. ev li gorî hejmarên fermî yên NY ye."

Rojnameya El-Heyat li ser rewşa meydanî ya Sûriyê sernavê "Rêjîma Sûriyê herêmên Hemayê hedef digirin" Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Hêzên rêjîmê berda DAIŞ ji El-Bûkemal" avêt. Rojnameya El-QUdis El-Erebî  jî sernavê "Teqînên di depoyên herî mezin ên fûzayên Erd-Erd ên rêjîma li gundên Şemê pêk hat" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku li bajarê El-Qiteyfê ya herêma Qelemûn a rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê rêzeteqîn pêk hatin û wiha dom kir: "Teqîn di depoyên cebilxaneyan de pêk hat. Çavkaniyên çapemeniyê yên nêzî rêjîma Sûriyê diyar kirin ku sedema teqînan zêdebûna pileya germê ye. Çavkaniyan jî dîmenek weşandin û gotin ku fûzeyek li herêma teqînê dikeve."

Filistîn

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameya El-Heyat sern avê "Tevgera Fetih piştî cejnê ji bo levanînê pêk hat" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku berpirsekî payabilind di tevgera Fethih de ji El-Heyat re gotiye ku  Tevgera Fetih dest bi tevgera ji bo dawîanîna li parçebûnê kiriye.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Bang li sefîr Friedman ji bo Wasngton hate kirin, da itîfaqa serdemê nîqaş bikin." avêt.Rojnameyê got ku roja duşemê li Til Ebîb eşkere bû ku Amarîka bang li sefîrê xwe yê li Îsralîê David Friedman kir,da ku bi lez pîlana Amarîka ya Aştiyê nîqaş bikin.

Iraq

Rojnameya El-Ereb di rewşa Iraqê de sernavê "Hilbijartinên Iraqê aloziya siyasî û qanûnî ku dê tevliheviyê pêk bîne, derdixe" avêt. Rojnameyê got ku agirê di depoyên sindoqên hilbijartinan de pêk hat, rê li ber hin sînaryoyon dihatin dûrxistin vedike û wiha dom kir: "Ji wan jî ibtalkirina encama hilbijartinan  û jinû ve lidarxistine hilbijartin e. her wiha dibe ku hikûmeta awerte were avakirin û dema perlemtoyê were dirêjkirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Iraqê sernavê "Îran li ber avakirina koma herî mezin a Iraqê ye" avêt. Rojnameyê got ku Îran careke din ket xeta aloziya hilbijartinên Iraqrê û niha li ber asta ku koma herî mezin ava bike ye."

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Ereb sernavê " Griffith kêliyên bê deng ên beriya bahozê jiyan dike" avêt. Rojnameyê got ku çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku Nûnerê NY yê Yemenê Martin Griffith karîbû pêşketina koalîsyona Ereban asteng bike û wiha dom kir: "Wî karîbû pêşveçûnahêzên hevbeş û Koalîsyona Erebî ji temamkirina rizgarkirina parêzgeha El-Hedîda asteng bike."

Lîbiya

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa li Lîbiya sernavê "Şerê li Derna di herêmeke 10 kîlometir çarkoşe de belav dibe" avêt. Rojnameyê got ku Fermandarê Odeya El-Kerame ya Artêşa Lîbiya Lîwai Ebdulselam El-Hasî bang li hemû welatiyên Derne yên ji ber çalakiyên leşkerî koçber bûne kir ku vegerin herêmên xwe."

Hevdîtina serokê Amarîka û Serokê Koiya Bakur

Rojanemeya El-Ereb derbarê mijarê sernavê "Tramp bi di hevdîtinek dîrokî de bi Kim re li Singapore hevdîtin pêk anî" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ev civîna di navbera herdû aliyan de dîrokî ye û wiha dom kir: "Kim û Trump di bûyerek ku beriya niha pêk nehatiye, hatin gel hev. Ev hevdîtina wan rê li ber pêkanîna doza aştiyê vedike."