Dagirkeran li Efrînê 110 ciwan revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di du rojên derbasbûyî  de 110 ciwanên ji navçeya Mabata revandin. Dagirkeran ji ciwanan pere beranberî berdana wan xwestin. Her wiha dema ku jin li hember çeteyan derketin û banga berdana ciwanan kirin jinek bi guleya çeteyan birîndar bû. 

Dagirkeran li Efrînê 110 ciwan revandin
Dagirkeran li Efrînê 110 ciwan revandin
12 hezîran, 2018   07:51

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna kiriyarên hovane li ser gelê Efrînê didomîne.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyê ji navenda navçeya Mabata ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema ku girtin ser malên şêniyên navçeyê 110 ciwan revandin.

Nûçeghanê ajansa me ANHA`yê di riya çavkaniyên xwe navê 38 ciwanên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin belge kir.

Navên wan wiha ne,"Selahdîn Mihmed, Kamîran Eskotko, Misefa Reşîd Qilindir, Hisên Îşano, Hisên Hesen Bekir, Elî Mustefa Elûş, Hisên Birîm Bekir, Şêrgil Adlo, Mihemed Elî Şêxo, Abdîn Şêxo, Welat Şêxo, Dilo Qilindir, Abdîn Umer Qile, Elî Henan Hemzîno, Hêcan Hebeş, Ebdo Muxtar, Pêşwar Mihemed Elî, Xelîl Mihemed Elî, Cîhad Yûsif Fetûma, Hisên Hisên Mişko, Ferhad Hemaço, Gîvara Zekî Ehmed, Elûto Elûto, Reşîd Mûrad Qasim, Mûrad Reşîd Qasim, Mûrad Mûrad, Nedîm Arif, Kazim Arif, Cuma Qasê, Mihemd Qasê, Mihemd Qilindir, Elî Nûrî Mihemed (Ebû Nûrî), Hemîd Mihemed Elî, Xelîl Birîm Bekir, Remzî Şabo, Kamîran Şabo, Selah Şabo û Zihêr Şabo).  

Li gorî çavkanî diyar kir ku ciwanên ku hatine revandin hatin îşkence kirin.

Çavkanî diyar kir ku jinên navçeyê li hember dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê xwepêşandan li pêşiya navenda çeteyan lidar xistin. Di xwepêşandanê de jinan banga berdana ciwana kirin. Ji ber vê yekê çeteyan gule li jinan reşandin di encama wê de jinek di destê xwe de birîndar bû.

Piştî tevlîheviya li herêmê çeteyan ji ciwanan 50 hezar LS beranberî berdana her ciwanekî xwestin. Gelek ciwanan per dan û serbest hatin berdan lê ciwanên ku pere nedan hîn jî di girtîgehê de ne.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan diyar kirin ku girtin, revandin li navenda navçeya Mabata, gundê Mîrkan, Kaxirê yên girêdayî navçeyê didome.

(bx)

ANHA