Li ser nanê hişk xwe xwedî dikin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê malbat hene xwe li ser firotina nanê hişk debara jiyana xwe dikin.

Li ser nanê hişk xwe xwedî dikin
12 hezîran, 2018   06:53

ARŞÎN NECAR-ARAS YÛSIF / HELEB

Li Sûriyê jî mîna gelek civakên dîtir nanê tê hişkirin û hinek malbat jî xwe li ser firotina vî nanê hişk xwedî dikin. Her wiha mîna li Şêxmeqsûd malbat nanê hişk dikrin da ku bifroşin û heqê nanê xwe derxînin.

Welatiyê bi navê Îsa Mihemed (57) bavê 10 zarokan e. Berê sarinca wî ya avê hebû û ava bîrê li ser şêniyên taxê belav dikir, êdî derfetên wî têrê nake ku karê xwe yê berê berdewam bike. Mihemed niha li Şêxmeqsûd xerbî dikaneke biçûk vekiriye, nanê hişk ji şêniyên taxê dikre û difroşe xwediyên pez.

Malbata Mihemed di komkirina nanê hişk ji gel malbatên taxê pê re dibin alîkar.

Mihemed anî ziman ku firotina nanê hişk têra wan nake û tu karê dîtir bi destê wî nakeve.

Mihemed 1 kg ji nanê hişk bi 40 LS. difroşe.

(np)

ANHA