Firneya Til Hemîs hate vekirin

Desteya Şaredariyan a herêma Cizîrê  ji ber ku pêwîstiya şêniyan bi nan heye li navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo bi firneyek vekir.

Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
Firneya Til Hemîs hate vekirin
11 hezîran 2018   12:33

QAMIŞLO

Desteya Şaredariya a herêma Cizîrê ji bo ku nan ji şêniyên gundewarê başûrê navçeya Til Hemîs re peyda bike firna bi navê Til Hemîs vekir. Vekirina firinê bi merasîmekê pêk hat.

Merasîm bi rêzgirtin hate destpêk kir. Paşê Hevserokê Desteya Şaredariyan a herêma Cizîrê Cozêf Lehdo axivî û wiha anî ziman,"Gurûpên çekdar hemû saziyên sivîl, xizmetguzarî, toreyên avê, kenalîzasiyonê, ceyran û dan û standinê rûxandin."

Lehdo di berdewamiya axaftina xwe de got ku Rêveberiya Sivîl hemû tiştên ku çeteyan hilweşandiye ji nûve ava dike û wiha pêde çû,"Vekirina firnê yek ji berhemên firnê ye. Her tim rêvberî her tim xizmeta şêniyan dike. Em bang li xebatkarên firnê dikin ku bi awayekî baş kar aû xebatên xwe bimeşînin."

Paşê bi navê Hevserokatiya Meclîsa navçeya Til Hemîs Salih El-Xelef, bi navê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs Abdulrehman El-Hadî, bi navê Eşîra El-Tefhîyîn Silêman El-Başa û bi navê Hevserokatiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El-Ebawî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku Rêveberiya Sivîl alîkariya şêniyên herêmê dike û pêwîste şêniyên herêmê jî parastina deskeftiyên şoreşa Rojava bikin.

Paşê deriyê firnê ji aliyê dayîka şehîd Ehmed El-Ebûş ve hate xwendin.

Di dawiyê de koma stranan a girêdayî navenda Çand û Huner a Til Hemîs staranên filkolrî pêşkêş kirin.

Desteya Şaredaryan bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 11/Gulanê de dest bi amadekariyên firnê kir. Kar û xebatên firnê mehekê dewam kir. Li gorî berpirasn ku firn bi buhaya 24 meliyon LS hate amadekirin.

Enamên komîteya firnên Til Hemîs tekez kirin ku rojane we 10 ton arvan dikin nan.

Her wiha di rojê de 14 xebatkar 7 saetan di firnê de dixebitin.

(bx)

ANHA