YPG: Şervana YPJ'ê Warşîn Minbic li Dêrazorê şehîd bû

Navenda Ragaîhaninê ya YPG'ê diyar kir ku şervana YPJ'ê Warşîn Minbic di hemleya Bagera Cizîrê di encama qezayê de li bejahiya Dêrazorê şehîd bû.

YPG: Şervana YPJ'ê Warşîn Minbic li Dêrazorê şehîd bû
11 hezîran 2018   12:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya navenda Ragîhandinê ya YPG'ê wihaye:

Di 31’ê Gulana 2018’an de li bejahiya Dêrazorê di Hemleya Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hevala me Warşîn Minbîc di encama qezayekê de şehîd bû. Em agahiyên nasnameyê yên hevalê xwe ji raya  giştî re parve dikin.

Hevala me Warşîn li Minbicê hate dinyayê û ji pêkhateya ereb e. Dema ku Minbic di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bû hevala me Warşîn rûyê feraseta herî paşvemayî ya roja îroyîn dît û israra wê ya azadiyê zêdetir bû. Piştî ku bajar ji hêla jinên endamên YPJ’ê ve hate azadkirin hevala Warşîn hem ji bo ku di nav têkoşîna azadiyê ya jinan de cih bigire, hem jî da ku ji êş û elemên gelê xwe re bibe çare berê xwe da nav YPJ’ê. Di nav vê têkoşînê de ku gelên kurd, ereb, tirkmen, asûrî û enternasyonel mil bi mil dimeşînin, hevala me jî têkoşîna xwe domand. Heta roja şehîd ket jî têkoşîna wê berdewam kir. Hevala Warşîn herî dawî di Bagera Cizîrê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe girt û di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da.

Navê kod: Warşîn Minbic

Nav û paşnav: Xisûn Hemed

Navê dayikê: Emel

Navê bav: Şêx Hecî

Cihê jidayikbûn: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – 31 Gulan 2018