Meclîsa Bilind a Lihevanînê 2 malbatên lihev anîn

Meclîsa Bilind a Lihevanînê ya Herêma Firatê nakokiya ku di navbera 2 malan de derketibû  bi merasîmekê lihev anîn.

Meclîsa Bilind a Lihevanînê 2 malbatên lihev anîn
Meclîsa Bilind a Lihevanînê 2 malbatên lihev anîn
Meclîsa Bilind a Lihevanînê 2 malbatên lihev anîn
Meclîsa Bilind a Lihevanînê 2 malbatên lihev anîn
11 hezîran, 2018   12:52

KOBANÊ

 Merasîma lihevanînê bi beşdarbûna kesayetên ji rêveberiya Xweseriya Demokatîk, imamên mizgeftê û bi dehan endamên eşîrên herdû malatên ne lihev bûn.

Pirsgirêka hate çareserkirin ji beriya 5 mehan ve di navbera eşîreya Îsikan ên li gundê Babarok û malbatek ji eşîreya Qerş ên ji gundê Qomecî ya li başûrê Kobanê pêk hatibû. Meclîsa Bilind a Lihevanînê ya Herêma Firatê ev sê meh in ketine navberê da ku pirsgirêkê çareser bikin.

Sedema aloziyê ji ber ku zilamek ji gundê Baberoşk li hevjîna xwe ya ji gundê Qermoc xist, di encamê de hevjîna wî ne bi zanebûn jiyana xwe ji dest da.

Di merasîma lihevanînê ku li avahiya Rêveberiya Xweser a Kobanê hate lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Kordînasyona GIştî ya Herêma Firatê Enwer Muslim axivî. Di destpêka axaftina xwe de spaisya herdû malbatên ku nakokiyên xwe dan aliyekî û destê biratiyê xistin destê hev kir.

Di berdewama merasîmê de jî Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê Ehmed Yabse axivî û got ku herdû malbat di bin heman konî de civiyane da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û wiha dom kir: "Divê em jibîr nekin ku herêmên me rastî êrîşên dijwar tê. Îro zarokên me li kêleka hev di çepberên şer de li dijî çeteyan şer dikin.  Divê em baş bizanin ku hemû bi hev re bi yek destê parastina herêmê dikin."

Di merasîmê de her wiha Endamê Desteya Edaleta Civakî ya Kantona Kobanê Ferîd Etî axivî û got ku gelê Rojava bi yek destî tekoşînê didin meşandin û serkeftinên mezin bi dest dixin.

Di merasîmê de her wiha HEvserokê Meclîsa Zagonsaz ya Kantona Kobanê Nîhad Ehmed, Hevserokê Mudîriyetê Ewqaf a Kantona Kobanê Izedîn SOfî, Endama Kordînasyona Giştî ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen jî axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser hevgirtina civakî ya di herêmê de.

Di dawiyê de endamên herdû malbatan lihev hatin û silav dan hev.

ANHA