Bi sedan kesî sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed Erûr re xwestin

Bi sedan welatiyên Girkê Legê sersaxî ji malbata şervanê YPG'ê Mihemed Erûr re ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, xwestin.

Bi sedan kesî sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed Erûr re xwestin
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed Erûr re xwestin
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed Erûr re xwestin
11 hezîran 2018   12:04

QAMIŞLO

Bi armanca beşdarbûna merasîma sersaxiya malbata şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Hisên El-Hesen (Mihemed Erûr) ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibû, bi sedan welatiyên Girkê Legê, Tilkoçer, şervanên YPG'ê, YPJ'ê û endamên Asayîşê berê xwe dan konê sersaxiyê ku li gundê Erûr a girêdayî navçeya Girkê Legê hatibû vegirtin kirin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Tacedîn Ferho axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha anî ziman: "Em xwedî îradeyeke civakî û hêzeke hevgirtî ne. hemû azadîxwaz cihê xwe di vê civakê de dibînin. Hêzên me yên leşkerî ti carî ji bo rijandina xwînê şer nakin. Hêzên me yên leşkerî parastina ax û rûmetê dikin."

Ferho di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku riya azadiyê û jiyana hevbeş li dijî dagirkeran berdewam e û wiha domand: "Oxirkirina şehîdan bêyî ku cenazeyên wan hebin, dilê me xemgîn dike.Em soz didin ku em ê axa Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin. Em soz didin ku riya şehîdan bidomînin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongra Star, Meclîsa gundê Erûr, Meclîsa Til Koçer axaftin hatin kirin û sersazî ji malbata şehîd re xwestin. Axaftvanan soz şopandina riya şehîdan ber bi azadiyê ve dubare kirin û soza rizgarkirina herêma Efrînê dan.

Sicila şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Mihemed Erûr

Navê rast: Hisên El-Hesen

Dayîk: Şemse

Bav: Ebdilbaqî

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Rimêlan

Cih û dîroka şehadestê: Cindirêsê 20'ê Sibata 2018'an

ANHA