QSD: Di hefteyekê de 12 gund û 15 mezire rizgar bûn

Şervanên QSD'ê di hefteya destpêkê ya hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşa 12 gund û hejmarek mezre rizgar kirin. Her wiha bi sedan welatiyên sivîl xelas kirin.

QSD: Di hefteyekê de 12 gund û 15 mezire rizgar bûn
11 hezîran 2018   12:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragîhandinê ya QSD'ê bîlançoya hefteya destpêkê ya hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşe ya Hesekê ku di çarçoveya Bagera Cizîrê hatiye destpêkirin, bi daxuyaniyekê eşker kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera Fermî ya QSD'ê hate weşandin wihaye:

"Hêzên me  hefteya yekem a hemleya rizgarkirtina bajaroka Dişîşa ya Hesekê bi dawî kir. hêzên me li herdû eniyên hemleyê yên rojhilat û rojava li gorî pîlana ji aliyê Odeya Çalakiyan ve hatiye amadekirin pêş ket. Di encamê de xisrên mezin gihandin rêxistina DAIŞ a terorist. Hêzên me ji aliyê rojhiat ve 9 kîlometreyan pêş ve çû û ji aliyê rojava ve 13 kîlometreyan pêş ketin.

Di encamê de hêzên me gundên El-Hemîdiye, Sefiyan, El-Mezar, El-Xibêre, El-Hecle, Şemas, Husên El-Hecle, El-Hese, El-Odat, Kilêb, Murcan û Em Mehfûra her wiha hgejmarek mezreyên derdora wan ji çeteyan rizgar kirin. Bi sedan welatiyên sivîl ku di gundên navborî de asê mabûn ji cihên şer hatin dûrxistin. Gundên hatin rizgarkirin tijî mayîn û erebeyên bombebarkirî yên çeteyan bûn. Ekîbên me yên pspor ketin tevgerê û mayîn bê bandor kirin. Di wan gundan de 5 tunel hatin dîtin, di aliyê leşkerî de hate durxistin.

Di şerên 4 rojên dawî de jî hêzên me bi awayekî yekser bi teroristan re ketin şer. Di şer de çeteyan çekên giran û navîn bikar anîn. Teroristan her wiha dan erebeyên bombebarkirî biteqîn in, lê hêzên me 2 erebeyên wan ên bombebarkirî beriya bigêjin armanca xwe teqandin. Hêzên me di heman demê de 2 motorskêlêtên ku çeteyan bikar tanîn ji dûr ve teqanînin. Balafirên koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê jî tevgera teroristan şopandin û bargehên wan yekser bombebaran kirin.

Di şerê 4 rojên dawî de hejmarek terorist hatin kuştin, hin ji wan jî bi saxî ketin destê şervanên me. Hêzên me dest danîn miqdarek çek û cebilxane.