Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê destdirêjiyên Tirkiyeyê şermezar kirin

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bi daxuyaniyekê destdirêjiyên rojane yên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li bajarê Cerablûsê şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku ji Cerablûsê û hemû bajarên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişe.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê destdirêjiyên Tirkiyeyê şermezar kirin
11 hezîran 2018   11:45

MINBIC

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê serdar Elî Hico ve bi amadebûna endamên fermandariya Meclîsê û gelek leşkerên wê hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Em weke endamên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê destdirêjiyên hêzên Tirkiyeyê ku bajarê me Cerablûsê bi riya lihevkirinekê bi çeteyên –DAIŞ'ê re dagir kirine, bi tundî şermezar dikin. Artêşa Tirk bi sedan çekdarên DAIŞ'ê di bin navên nû de vedigerîne bajêr û careke din zordariyê li welatiyên bajêr dikin.

Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê, destdirêjiyên qirêj di derheqê welatiyên sivîl de dikin. Çete welatiyên sivîl îşkence û talan dikin û gelek ji welatiyan revandine û kuştine. Di encama hovîtiya van koman de pêleke koçberiyê ji bajarê Cerablûsê ber bi bajarê Minbicê û herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê ve berdewam dike. Evan komên çete hêjî hovîtiya xwe di bajêr de berdewam dikin û gelek malên sivîlan desteser kirine û veguhertine navendên leşkerî û girtîgehan û kesên pîvanên wan pêk tînin û siyasetên tirkkirinê red dikin li van navendan tên îşkencekirin.

Em bang li civaka navnetewî dikin ku destwerdana xwe bikin û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku ji bajarê Cerablûsê û hemû bajarên Sûriyeyê yên ku dagir kirine vekişe. Em bang li wan dikin ku rê li pêşiya van destdirêjiyên artêşa Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê bigirin. herî dawî di encama şerê di navbera komên çete de gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî, nemaze piştî ku welatiyên bajêr li dijî hovîtiya van komên çete û dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandanek di hundirê bajêr de lidar xistin.

Em bang li aliyên têkldarî aloziya Sûriyeyê û Netewên Yekbûyî dikin ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku koçberên bajêr vegerin malên xwe, nemaze hejmarekî mezin ji welatiyên bajêr qedexe kirine ku derbasî bajar û malên xwe bidin. Gelek welatiyên ku vegeriyane malên xwe rastî îşkence, revandin û kuştinê hatine.

Em bang li van aliyan dikin ku parastina vegera welatiyan misoger bikin. Em soz didin welatiyên xwe yên Cerablûsê ku ti carî em bazaran li ser mafên gelê xwe nakin û em ê bajarê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û em ê têkoşîna xwe li ser riya azadî û demokrasiyê berdewam bikin."

ANHA