Ji Asayîşa Bakurê Sûriyê daxuyaniya Cejna Remezanê

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê hatina Cejna Remezanê li hemû gelê herêmê pîroz kir û hêvî kir ku cejin bi aramî derbas bibe. Rêveberiya Asayîşê her wiha bang li welatiyan kir li gorî perspektîfên têne derxistin tevbigirin.

Ji Asayîşa Bakurê Sûriyê daxuyaniya Cejna Remezanê
11 hezîran 2018   11:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê ji bo parastina ewlekariyê di cejna Remezanê de daxuyanî da û ji welatiyan xwest ku di xebatên ewlekariyê de alîkariya wan bikin û li gorî perspektîfan tevbigirin.

Daxuyanî wihaye:

"Ji bo hemû miletê me bigiştî . Em di destoêkê de cejna remezanê li hemû miletê xwe pîroz dikin

Ji bo em cejnek di nava ewlekarî û aramiyê de derbas bikin vê Belavokê bi were parve dikin:

-1Tevgera kamyon û sarincan bi hemû cûreyan û mezin bûnên xwe (biçûk navîn mezin) ji roja sêşemê 12.6.2018 an demjimêr 1 piştî nîvê şevê ta demjimêr 3 .ber êvarê roja şemiyê di dîroka 16 .3.2018 an.

-2Tevgera motosîklêtan bi hemû cûreyên xwe tevlî yên leşkerî , ji dem jimêr 8 sibehê roja çarşemê dîroka 13.6.2018 an ta roja yekşemê demjimêr 3 ber êvarê dîroka 17 .6.2018.

- 3Ji roja 12.06.2018 Sêşembê demjimêr danê sibê 08:00 heya roja 17.06.2018 Yekşembê demjimêr 15:00 danê piştî nîvro derbaskirina seyarên nû (îtxal) di deriyên sînoran de qedexeye.

4-Derveyî pergala ferman biryara jibo çi sedemê dibe bila bibe ji milê hemwelatiyên leşkerî û sivîl ve bikaranîna çekan qedexeye . Fermandariya giştî ya H.Asayîşa rojava bakurê sûryê.