Hêzên rêjîmê di vegerandina herêmên El-Bûkemal de têk çû

Li nêzî stasiyona duyemîn T2 ya di navbedra gundewarên Hums û Dêrazorê de di navbera Hêzên Rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Hêzên Rêjîmê careka din cihekî ku ji destê wê hatibû giritin carke din xist bi serweriya xwe de, lê nikare hemû cihan ji destê çeteyan derbixe.

Hêzên rêjîmê di vegerandina herêmên El-Bûkemal de têk çû
11 hezîran 2018   11:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navneda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê li nêzî stasyona Duyemîn T2 a li ser sînorê gundewarên Humsê û Dêrazorê di navbera Hêzên Rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket.

Ji herdû aliyan de topbaran pêk hat. Çeteyên DAIŞ`ê bi armanca ku gelek endamên Hêzên Rêjîmê û alîgirên wê li herêmê bidin kuştin êrîş kir. Her wiha hate gotin ku ji herdû aliyan kuştî û birîndar hene.

Girêdayî mijarê şer û pevçûn li bajarê El-Bûkemal a xwedî girîngiya stratîjîk li gel rêjîm û Îranê dewam dike.  El-Bûkemal dikeve aliyê rojhilat ê gundewarê Dêrazorê.

Çavdêrê Sûriyê destnîşan kir ku Hêzên Rêjîmê û Hêzên Îranê û alîgirên wan tevî alîkariya ku Hêzên Rêjîmê ji alîgerên xwe li herêmê girtin lê bi ser neket ku hindek herêmên aliyê rojhilat û bakur- rojavayî bajarê El-Bûkemal bixe bin serweriya xwe.

Ji aliyê xwe ve Hêzên Rêjîmê alavên gurûpên çekdar li derdora çeyayê Berava Sûriyê û Sehil El-Xab ê gundewarîn El-Hemewî bi obîsan hedef digre. Navenda Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku Hêzên Rêjîmê alavên gurûpên çekdar bi obîsan li nêzî gundê El-Qahîra yê gundewarên bakur – rojavayî Heme bi obîsan hedef girtin. Di encama wê de 12 endamên Tîma Duyemîn a Sahilî hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên li parêzgeha Deraa ya Sûriyê jî amadekairyên şer tên e kirin.

(bx)