sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin

Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê û gundên wê serdana konê sersaxiyê ya şehîd Mizgîn Cangîr ku li gundê Eyn Dîwarê hatibû vegirtin, kirin û sersaxî ji malbata wê re xwestin.

sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
sersaxî ji malbata şehîd Mizgîn re hate xwestin
11 hezîran 2018   11:26

QAMIŞLO

Bi armanca beşdarbûna merasîma sersaxiya malbata şehîd Mizgîn Cangîr bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê û gundên derdora wê li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn û berê xwe dan konê sersaxiyê ku li gundê Eyn Dîwarê hatibû vegirtin. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî hatibû xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê hêzên leşkerî Cîger Dêrik axivî û wiha got: "Em weke welatiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi saya fikr û felsefeiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevgirtina hemû pêkhateyan xwedî hêzeke hevgirtî ne."

Dêrik di berdewama axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir û got ji bo pêkanîna armancên şehîdan çi ji wan were xwestin ew amade ne.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û wiha anî ziman: "nirx û rastiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê di fedekariya şehîdan de tê dîtin ku canê xwe fedayî aştiya gelê xwe kirine."

Ubêd di axaftina xwe de behsa rola neyînî ya hin aliyan kir ku hewl didin rastiya şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser reş bikin, nemaze evan aliyên ku alîkariya çeteyan û dagirkeriya Tirkiyeyê kirine û di encamê de herêma Efrînê hildiweşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pêdiviya vê qonaxê bi bilindkirina asta têkoşînê heye, nemaze li rex van êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Kurdistanê."

Di merasîmê de her wiha li ser navên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Şaredariya Eyn Dîwarê axaftin hatin kirin û piştrast kirin ku dê têkoşîna xwe li ser riya şehîdan berdewam bikin.

Axaftvanan bang li tevger, rêxistin û partiyên Kurdî kirin ku di demeke lezgîn de kongra netewî ya Kurdistanê lidar bixînin û rê li pêşiya komployên li dijî gelê Kurd û destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê bigirin.

Li ser navê malbata şehîd Mizgîn Cangîr birayê wê Demhat axivî û bixêrhatina mêvanan kir û soza şopandina riya şehîdan heta azadiyê da.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta şehîd Mizgîn Cangîr hate xwendin û di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re radestî malbata wê hate kirin.

ANHA