Şervanên QSD'ê 2 gundên din rizgar kirin

Şervanên QSD'ê gundên El-Tirêfawî û Ebduelal ên rojhilatê navçeya Şedadê ya kantona Heskê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê 2 gundên din rizgar kirin
11 hezîran 2018   11:23

HESEKÊ

Şervanên QSD'ê ku di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina herêmên maye ya başûrê Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê, di vê navberê de gundên El-Tirêfawî û Ebduelal ên rojhilatê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê piştî şerên dijwar ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê pêşveçûna xwe ya ber bi bajaroka Dişîşa ve didomîn in.

(dc)

ANHA