Şervanên QSD'ê nêzî bajaroka Dişîşa bûne

Şervanên QSD'ê hemleya Bagera Cizîrê ber bi bajaroka Dişîşa ku wekî bargeha çeteyên DAIŞ'ê ya dawî li başûr-rojhilatê Heskê ve pêş ve diçin. Armanca hemleya QSD'ê parastina ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê ye.

Şervanên QSD'ê nêzî bajaroka Dişîşa bûne
Şervanên QSD'ê nêzî bajaroka Dişîşa bûne
Şervanên QSD'ê nêzî bajaroka Dişîşa bûne
11 hezîran 2018   11:17

EHMED SEMÎR – XALID EL-CUMA / HESEKÊ

Servanên QSD'ê serkeftinên mezin rojane bidest dixin. Şervanan di her serkeftinekê ku ji bo çûyîna ber bi Dişîşa ve bidest dixin, xelekên govendê digerînin.

Bajaroka Dişîşa bûye navenda çeteyên DAIŞ'ê ku şervanên QSD'ê yên piraniya herêmê ji destê wan derxist.

Hate gotin ku serçetyên DAIŞ'ê li herêmê ne. ji wir jî çete pîlan dikin ku li Sûriyê û Iraqê êrîşan pêk tîn in.

Şervanên QSD'ê ji beriya 8 rojan ve hemleya rizgarkirina herêmê dane destpêkirin. Şervanan heta niha bi dehan gund û mezre ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha hejmarek mezin ji sivîlên ku çeteyan ew wekî mertalên zindî bikar tanîn, rizgar kirine.

Şervanên QSD'ê çember li çeteyên di bajaroka Dişîşa de teng kirin û wan di herêmeke çol a teng de çember kirin. Şervanên QSD'ê piştî rizgarkirinna gundên El-Hlwa û El-Şemas êdî nêzî bajaroka Dişîşa bûne.

Bi dehan şervanên QSD'ê kêliyek beriya niha berê xwe dan bajaroka Dişîşa. Şervanan bi çekên giran û sivik berê xwe dang und.

ANHA