Dagirkeran li Efrînê 9 welatî revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 9 welatiyên ji gundên Efrînê revandin. Dagirkeran beranberî berdana 4 welatiyan pere xwestin û heta niha çarenûsa 5 kesan ji wan ne diyar e.

Dagirkeran li Efrînê 9 welatî revandin
11 hezîran 2018   09:13

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî welatiyên kantona Efîrnê didomîn e. Rojane agahiyên kuştin, revandin û destdirjêjî têne kirin. Beranberî vê yekê jî bê dengî didome. Li gorî çavkaniyan ji ajansa me (ANHA) re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê 5 sivîlên ji gundê Kebaşîn a girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê revandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku Artêşa Tirk û çeteyên wê navên 5 welatiyên ku hatine revandin  wiha ne,"Îbrahîm Umer Heyder (30), Abdulhemîd Îsmaîl Heyder (28), Mihemed Hesen Ebdo (28), Adil Mihemed Şikrî (25) û Fadil Mihemed Şikrî (18).

Çavkanî destnîşan kir ku welatiyên ku hatin revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin û tu agahî derbarî wan heta niha nehatine girtin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyê (Ş.N) ê ji gundê Birc Weqase yê ji navçeya Şêrawa ye destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên ji gundê wan ên ku li ber pezê xwe li nêzî gundê Berad bûn revandin.

Li gorî çavkanî got ku welatiyên hatine revandin navên wan wiha ye: Nezmî Elî (60), Elî Xelîl (45), Qedrî Beherî (60) û Mihemed (30)

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan 5 serî pez dizîn û kesên ku hatine dizîn neçar kirin ku beranberî berdana wan hezar dolar xwestin.

(bx)

ANHA