Japoniya kişandina kabloyên ronahiyê li giraveke bi nakok şermezar kir

Japoniya xebatên Rûsya yên kişandina kabloyên ronahiyê di navbera girava Saxalîn a Rûsyayê û giraveke din a ku li ser wê nakokî di navbera herdu welatan hene de bi tundî şermezar kir.

Japoniya kişandina kabloyên ronahiyê li giraveke bi nakok şermezar kir
11 hezîran 2018   08:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikûmeta Japoniya Yoşîhîdî Suga li pêşiya rojnamevanan ragihand ku "mixabin xebateke wisa ya Rûsyayê di çarçoveya dagirkeriya Rûsyayê bê bingeheke qanûnî de tê meşandin." Li gorÎ AFP'ê Suga diyar kir ku wan bi rêbazên dîplomasî nerazîbûna li hemberî Rûsya û Çînê nîşan da û got ku dê bi aramî danûstandinê bi Rûsyayê re bike.

Rojnameya Sankî Şîmbon di dawiya hefteya borî de got ku Rûsya hewl dide kabloyên ronahiyê di navbera girava Saxalîn û çar giravên din de bikişîne.

Giravên Korêl ên başûr di dawiya şerê cîhanê yê duyemîn de li Yekîtiya Soviyêt hatin zêdekirin lê Japoniya banga vegerandina wan a bin serweriya wê dike û vê yekê hişt ku hevpeymana aştiyê di navbera herdu welatan de ev 70 sal in neyê îmzekirin.

Tevî peywendiyên di navbera serokê Rûsya Viladîmêr Potîn û serokwezîrê Japoniyayê Şînzo Abî di van salên dawî de û pêşniyara aboriyeke hevbeş li van giravan, lê nakokî hêjî berdewam in.

Serweriya li ser van giravan rê li pêşiya gemî û gemiyên binav ên Rûsyayê li Atlantîk ber bi Pasîfîk ve vedike.