Rêveberiya Efrînê ji civaka navdewletî xwest erka xwe pêk bîn in

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê bang li Yekîtiya Ewropa, Konseya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên navdewletî kirin ku erka xwe ya beranberî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimîn in pêk bînin , her wiha dawî li dagirkeriya Tirk ji Efrînê re bînin û vegera bi ewle ya welatiyan pêk bîn in

Rêveberiya Efrînê ji civaka navdewletî xwest erka xwe pêk bîn in
11 hezîran 2018   09:32

ŞEHBA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê derbarê mijarê daxuyaniyek li Kmapa Berxwedan da.Daxuyanî bi beşdarbûna nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, rêveberên komînan û endamên meclîsên, her wiha endamên Kongreya Star hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Mudîrê Buroya Ragîhandinê ya Serokatiya Meclîsa Rêveber a Efrînê Egîd Reşîd ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

"Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorist siyasta dûrxistin û koçberiya bi darî zorê li dijî şêniyên Efrînê dane meşandin. Welatiyên sivîl berê xwe dan kantona  Şehbayê. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan hemû cûreyên çekan bikar anîn û ew neçar kirin ku ji warê xwe derkevin. ev hemû û civaka navdewletî û herêmî bê denge.

Welatiyan li kantona Şebayê ku derfetên herî kêm ê jiyanê lê nayê peydakirin, jiyana xwe dewam kirin. Di xaniyên hilweşiyayî, xayînên mayînkirî û kampan de dewam kirin. Kampên li Şehabyê tu piştgiriyê ji tu rêxistinan, an jî ji tu aliyên navdewletî wernagirin. Lê belê bi derfetên xwe yên herî kêm xwe ji sermê û germê diparêzin. Di ecnama komployê de wiha li ser welatiyan hat.

Komplogerên ku bûn sedema derberderkirina welatiyên Efîrnê, hîn jî pîlanên xwe yên wan jihev qutkirin û derberkirinê didomîn in. Di riya şerê taybet re tirsê di nava welatiyan belav dikin îdayên ji rastiyê dûr da ku berxwedan û tekoşîna wan, her wiha helwesta welatiyan a berxwedanê têk bibin. Berxwedan û tekoşîna ku bi armanca rizgarkirina Efrînê pêk tê.

Çemberê rojana li ser kantona Şehbayê hîn zîdetir dikin, riyan digrin û rê nadin alavên jiyanî yên pêwîst derbasî herêmê bibin. Di encama van siyasetan de hejmarek welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zoark in jiyana xwe ji dest dan. Beranberî vê yekê rêxistinên mirovî, alîkariyan û hiqûqî bêdeg in.

Lewma em bang li Yekîtiya Ewropa, Komseriya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin da ku erka xwe beranberî şêniyên Efrînê yên neçarî derketinê bûne, pêk bînin. Destê alîkariyê dirîjî wan bikin û riya wan vegera warên wan misoger bikin, her wiha dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîn in.

 

ANHA