Navenda Tirafîka Tebqayê tedbîrîn Cejna Remezanê girt

Rêveberiya navenda Tirafîkê ya girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundrîn a bajarê Tebqayê ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê gelek pilan danîn.

Navenda Tirafîka Tebqayê tedbîrîn Cejna Remezanê girt
Navenda Tirafîka Tebqayê tedbîrîn Cejna Remezanê girt
11 hezîran 2018   07:53

UDEYÎ EL-EHMED / TEBQA

Beşê Tirafîkê da ku di rojên cejnê de qerlebalix li bajêr zêde nebe,  gelek tedbîr girtin.

Yek ji tedbîrên ku ji aliyê beşê Tirafîkê ve bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundrîn hatin giritn, ew e ku hemû riyên sereke yên diçin sûka navendî ya  Tebqayê ji erebeyan re hatin girtin û tevgera arebeyan ber bi dervî bajar û riyên serkeke hate derxistin.

Beşê Tirafîka erebeyên mezin û motosklêtên  ku derbasî sûkê bibin qedexe  kir. Ji aliyekî din ve jî da ku welatiyan biparêzin gera xwe di nava sûk û kolanan de zêde kirin. Endamên xwe li ser kolanên serkeke zêde kir da ku riyeke bi ewle ji welatiyan re peyda bike.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêvberên navenda Tirafîkê ya Teqbqayê Umer Mihemed destnîşan kir ku ji bo ewelehiya welatiyan û da ku qerebalix di rojên cejnê de li bajar çênebe gelek tedbîr girtin.

Mihemed bang li hemû welatî û ajokaran kir ku li gorî sîstem û pîvanên tirafîkê bimeşin û bi hevre bibin alîkar da ku tevgera tirafîkê bi awayekî baş derbas bibe.

Hêjaye bibîrxistinê  ye ku Hêzên Ewlehiya Hundrîn û Hêzên Hewarî ji bo parastina sivîlan û ewlehiya wan di rojên cejnê de hemû tedbîrên xwe girtine.

(bx)

ANHA