Rojevên îro yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişanin ser pêşketina hêzên QSD'ê ya li rojhilatê Çemê Firatê, her wiha daxuyaniya MSD,êrîşa li ser bajarokên Fûa û Kefreya yên Şîaa, her wiha rewşa Iraq û mijarên din rojev kirin.

Rojevên îro yên rojnameyên ereban
11 hezîran 2018   07:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de di rêza yekem de rewşa li Sûriyê û şerê li herêmê têne jiyankirin, wekî mijarên sereke girtin dest. Di heman demê de rewşên Îraq, Yemen, Filistîn û Urdinê jî bi nivîs û analîzên cûrbecûr hatin nirxandin.

Sûriyê

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Hêzên rêjîmê nêzî bargeha Tenef dibin, QSD'ê jî li başûrê Hesekê pêş ve diçe" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD'ê duh du gundên li başûrê Hesekê ji DAIŞ'ê rizgar kirin û wiha dom kir: "Hêzên QSD'ê gndên El-Şemas û El-Hilwa yên nêzî bajarê Şedadê ne, rizgarkirin. Rizgarkirina herdû gundan piştî ku hêzên QSD'ê gundê Ebû Hamda ya li nêzî Şedadê ji çeteyan rizgar kirin. QSD'ê pêşveçûna xwe ya di herêmên di bin destê DAIŞ'ê de mane, bi lez didomîne."

Daxuyaniya MSD'ê

Rojnameya El-Ereb jî derbarê daxuyaniya MSD'ê sernavê "Meclîsa Sûriya Demokratîk amadeye bê şer bi Şamê re dest bi danûstendinan bike" avêt.  Rojnameyê got ku sîwana hêzên QSD'ê Meclîsa Sûriya Demokratîk dike û wiha dom kir: "Meclîsa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew amadene danûstendinan bi Şamê re bê şert û merc bidin û bistîn in. her wiha nerînên rêjîma Sûriyê bi awayekî 'erênî' dinirxîn in.  Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD Hikmet Hebîb derbarê mijarê got ku hêzên wan ên siyasî û leşkerî amadene danûsteninan bidin destpêkirin, her wiha da zanîn ku tu şertên wan ji bo danûstendinan nîne."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa başûrê Sûriyê sernavê "Îsraîl li Golanê perwerdeya şer pêk tîne" Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Bangên xurtkirina itîfaqa Başûr bi çaresriya siyasî" rojnameyê got ku duh nişkave aloziya di navbera aliyên herêmî de kurtir dibe, bi taybet derbarê rewşa sînorê Sûriyê yên ji aliyê başûr ve. Di vê eniyên de seferberî di navbera aliyên herêmî de pêk hat."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "11 sivîl di êrîşa rêjîmê ya li ser Idlibê ve, mirin" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Sûriyê: Di bombebarana rêjîmê de nîvê wan zarok in 11 kes hatin mirin, Artêşa Azad a Dareya êrîşî bargehên leşkerî yên Şîaa kirin"

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku careke din parêzgeha Idlibê ya li Bakurê Sûriyê derket pêş û wiha dom kir: "Bi taybet piştî ku hêzên rêjîmê hemleya xwe ya leşkerî ya li bajar û gundên parêzgehê dan destpêkirin, bi awayekî aşkere çeteyên DAIŞ'ê derketin holê. Di heman demê de di encama bombebarana hêzên rêjîmê ya li ser bajaroka Teftenaz de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe jid est dan. Her wiha ji ber bombebaranê nexweşxaneya El-Nûr a jin û zarokan ji xizmetê derket."

Rojnameyê her wiha di berdewama nivîsa xwe de jî destnîşan kir ku "kombûna  û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) şevê din ragîhanin ku wan li bajarokên Kefreya û Fûa  yên Idlibê êrîşî çekdarên Şîa kirine û wiha dom kir: "Piştî êrîşan rêjîma Sûriyê bi belafiran herêm bombebaran kirin. Ev li gorî navdena Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê"

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Artêşê bi agir xeta El-Rabe ya di navbera Teez û El-Hedîda bi dest xist" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên Yemenê (hêzên rewa) li berava rojhilat a Yemenê pêşveçûna xwe ya ber bi navenda bajarê El-Hedîda ve didomîn in û wiha dom kir: "Di dema li rojava ev pêşketin tê jiyankirin, li eniya başûr jî pêşketin tê jiyankirin"

Filistîn

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Filistînî ji peyama Amarîka ku Xeza xilas bike û wê ji Filistînê qut bike, ditirsin" avêt. Rojaneiyê got ku welatiyên Filistînê li herêma Xeza ji tevger û geşedanên li herêmê têne jiyankirin, bitirsin."

Iraq

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Îraqê sernavê "Bexda da agiran: Aigr depoya sendoqên hilbijartinan beriya hejmartina bi destan xwar" rojnameyê di nivîsa xwe de got ku aloziya siyasî ya Îraqê ket rewşeke nû ya xeter û wiha dom kir: "Duh depoyên sendoqên hilbijartinan li Bexdayê hate şewitandin, ev di dema dadgeha çavdêriyê biryar da ku deng bi destan werin jimartin, pêk hat.

Urdin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê rewşa Urdinê sernavê "Dewletên Kendava Ereban soz da ku alîkariya Urdin bi 2,5 milyar dolar pêşkêş bike, da ku alozî xilas be" avêt.Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê Di civîna bilind a Meka de piştgiriya Urdin hate destnîşankirin" avêt.