Konseya Ewlekariyê dê ji bo rewşa El-Hedîda bicive

Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî dê ji bo bandora şerê li nêzî El-Hedîda ya Yemenê civîna awerte lidar bixe.

Konseya Ewlekariyê dê ji bo rewşa El-Hedîda bicive
11 hezîran 2018   08:01

NAVENDA NÛEYAN

Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî dê îro ji bo rewşa mirovî ya xeter ku ji ber şerê li nêzî bajarê El-Hedîda ya Yemenê ku di navbera alîgirên Erebistana Siûdiyê û çekdarên Hûsî rû didin, pêk hatiye, dê civîna awerte lidar bixe.

Buroya Serokatiya Konseya Ewelariyê ya Navdewletî ku dê civînek şêwirî dê îro were lidarxistin.