Tevgera Talîban agirbesta cejna Remezanê ragihand

Piştî ku hikûmeta Aftanistanê roja pênşema borî agirbest ragihand, Tevgera Talîban a Afganistanê jî bi boneya hatina cejna Remezanê di dawiya vê hefteyê de agirbesta sê rojan ragihand.

Tevgera Talîban agirbesta cejna Remezanê ragihand
9 hezîran, 2018   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Talîban a Afganistanê ku di sala 1994'an de li wîlayeta Qendehar ji aliyê Mella Mihemed Umer ve hatiye damezrandin agirbesta cejna Remezanê ragihand.

Tevgerê diyar kir agirbest hêzên biyanî nagire nava xwe û got ku dê li dijî hemû êrîşan parastina xwe bike.

Agirbesta Tevgera Talîban piştî ku serokê Afganistanê Eşref Ebdilxenî agirbesteke bê merc bi Talîban re di roja pêncşema borî de ragihand û diyar kir ku agirbest DAIŞ'ê nagire nava xwe.

Biryara Ebdilxenî piştî civîna wî bi oldarên Îslamî re di hefteya borî de pêk hat. Oldaran di civînê de fetweyek derxistin ku teqînên xwekujî heram kirin.