Çete li Efrînê tirmpêlên sivîlan ji wan distîn in

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi darê zorê 2 tirmpêlên werlatiyên sivîl ên ji gundên Efrînê ji wan stendin.

Çete li Efrînê tirmpêlên sivîlan ji wan distîn in
9 hezîran, 2018   08:33

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên derheqê welatiyên sivîl ên ji Efrînê didomîn in. Welatiyan qetil dikin, talan dikin û destdirêjiyê jî pêk tîn in. Kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê herêma ku herî li ser asta tevahî Sûriyê ya herî bi ewle bû, kiriye cihê herî bê ewle.

Di vê derbarê de Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Gurzêlê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hincetên cûda 2 tirmpêlên welatiyên sivîl ji wan standin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî mala herdû welatiyan kirin, pêk hat.

Çavkaniyan ji gund destnîşan kirin ku tirmpêla yekem teksî ji cureya Honday ya welatiyê bi navê Mehmûd Qadir e û ya duyemîn jî Van a welatiyê bi navê Subhî Şêrawî ye.

Hate zanîn ku çeteyên Ehrar El-Şam herdû tirmpêlên welatiyan birine.

ANHA