Şaredariya Minbicê di geşkirina bajêr de kedeke mezin dide

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê xebatên xwe yên girêdayî pêşxistin û geşkirina bajêr di hemû aliyan de bi rêk û pêk dane maşndin û karibû gelek projeyên xwe yên paqijkirin û xemlandina bajêr pêk bîne.

Şaredariya Minbicê di geşkirina bajêr de kedeke mezin dide
Şaredariya Minbicê di geşkirina bajêr de kedeke mezin dide
Şaredariya Minbicê di geşkirina bajêr de kedeke mezin dide
Şaredariya Minbicê di geşkirina bajêr de kedeke mezin dide
Şaredariya Minbicê di geşkirina bajêr de kedeke mezin dide
9 hezîran, 2018   08:45

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / MINBIC

Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kir, piştî çend salan ji zulm û tarîtiyê, ronahiya azadiyê bi ser bajêr ve hat. Binesaziya bajêr ji nû ve hatesererastkirin û saziyên karûbarên xizmetguzarî û sivîl ên weke Şaredariya Gel hatin damezrandin.

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê ji dema hatiye damezrandin ve gelek porjeyên xizmetguzarî pêk anîn. Şaredariyê bi hemû hêz û derfetên xwe xebatên xwe ji bo pêşxistin û geşkirina bajêr dane meşandin.

Yek ji xebatên ku Şaredariya Gel pêk aniye, sererastkirina pireyan bû.

Buroya Pîşeyî ya girêdayî Komîteya Şaredariyan a bajarê Minbicê binsaziya bajêr sererast kir.

Şaredariyê pira Safî ya di navbera bajarê Minbicê û gundên derdora wê de sererast kir. Şaredariyê her wiha du pireyên El-Qadir û El-Xezanat ên li gundê Cub El-Qadir ava kirin.

Di hundirê bajarê Minbicê de Şaredariyê gelek xebat dane meşandin û 3 çerxerê sererast kirin û li ser riya Cerblûs û Cezîrê çerxeriyeke nû ava kir. Her wiha parkên di bajêr de jî sererast kirin û toreyên av û kehrebeyê di van parkan de çêkirin.

Şaredariyê projeya sererastkirina kanalîzasyona bajêr bi baldarî da meşandin. Şaredariyê gelek rê û kolanên bajêr jî sererast û qîr kirin.

Bi armanca parastina welatiyan ji nexweşiyan, Şaredariyê gelek caran derman di nava bajêr de reşand.

Girêdayî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Minbicê Telal Îsa ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku Şaredariya Gel bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo xizmeta welatiyan tevdigere û bi dê asta xebatên xwe ji bo xemlandina bajêr zêde bike.

Îsa bang li hemû welatiyan kir ku bi Şaredariya Gel re bibin alîkar û beşdarî xebatên pêxistin û geşkirina bajarê xwe di hemû aliyan de bibin.

ANHA