Ji Rûspiyekî Minbicê: Ne ji mafê tu kesî ye dest li Minbicê wer bide

Rûspiyê Êla Bû Sultan Adil Ebdulselam got, "Ne ji mafê ti kesî ye dest li Minibcê wer bide, gelê Minbicê bi xwe wê çarenûsa xwe diyar bike, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Sivîl gelê Minbicê nûnertiya gelê Minbicê dike."

Ji Rûspiyekî Minbicê: Ne ji mafê tu kesî ye dest li Minbicê wer bide
9 hezîran, 2018   08:23

NEJBÎR OSAMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevdîtineke xwe de li gel ANHA‘yê Rûspiyê Êla Bû Sultan Adil Ebdulselam li herêma Minbicê têkildarî rewşa herêmê got, "Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê ve, herêm bi aram bûye, lê hin aliyên derve, di serî de dewleta Tirk ji vê rewşê aciz in, ji ber vê yekê gefan dixwin da ku tevliheviyê derbixînin."

Adil Ebduselam, bi bîr xist ku gelê Minbicê bi xwe herêmê bi rêve dibin û got ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Sivîl nûnertiya gelê Minbicê dikin, ji ber ku hêzên tekane ye ku gelê herêmê diparêze.

Ebdulselam di berdewama axaftina xwe de got, "Ne ji mafê ti dewletekê ye dest li Minbicê wer bide, ji ber ku gel bi xwe çaresernûsa xwe diyar dike, em li pişta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Sivîl in."

Adil Ebdulselam destnîşan kir ku  hin aliyên derve bêyî nêrîna gelê Minbicê bigire, îtîfaqan li ser herêmê çêdikin û got, gelê Minbicê hemû îtîfaqên ku şêwara meclîsa sivîl û ya leşkerî tê de nebe, qebûl nakin.

Adil Ebdulselam bang li gelê Minbicê kir ku li pey lîstokên dagirkeriya Tirkiyê nekevin û bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bawer bin û piştgiriyê bidin wê.

(bb)

ANHA