Rojevên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişandin ser aloziya li Başûrê Sûriyê, êrîşa DAIŞ ya li ser El-Bûkemal û girtina beşekî bajar, her wiha hevgirtinên li Îraqê ku di navbera El-Sedir, Elawî û helwesta Heyder El-Ebadî. Di rojnameyan de her wiha rewşa Filistînê û êrîşa hêzên Îsraîlê hatin rojevkirin.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban
9 hezîran, 2018   08:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Sûriyê

Rojnameyên Ereban vê sibê jî rewşa li Sûriyê wekî rojevek sereke girtin dest. Derbarê rewşa Sûriyê gelek mijar girtin dest.  Rojnameya El-Heyat derbarê êrîşa li ser Idlibê sernavê "Di komkujiya Idlibê de 46 kuştî….Mosko red dike ku têkiliya wê hebe" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Balafirên Rûsiya li Idlibê komkujiya ku bi dehan sivîl  tê de hatin kuştin, pêk tîne" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt got: "Balafirên şer ên Rûsiya şevê din taxên yên bajaroka Zerdena ya gundewarên Idlibê bombebaran kir. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Di nava qurbaniyan de hejmarek mezin a zarokan jî heye. Ekîbên parastina sivîl û şêniyên herêmê bi lez berê xwe dan cihê bombebaranê û welatiyên birîndar rizgar kirin. Lê balafiran careke din heman cih bombebaran kirin."

DAIŞ beşek ji El-Bûkemal xist dest

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "DAIŞ bajarê El-Bûkemal bi êrîşên intîharî matmayî dihêle" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Rêjîm pêşketinek biçûk li herêmên çolê bidest xist" avêt. Rojnameya El-Ereb jî sernavê "DAIŞ careke din El-Bûkemal bi dest xist"

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku DAIŞ roja înê beşk ji bajarê El-Bûkemal a rojhilatê Sûriyê piştî êrîşa tund ku pêk anîn, bidest xist û wiha dom kir: "Çekdarên DAIŞ ên êrîşan û intîharî roja înê êrîşî bajarê El-Bûkemal kirin.  Li gorî Navenda Mafê Mirovan a Sûriyê (Mersed El-Sûrî) got ku çekdarên DAIŞ deh êrîş pêk anîn. Ji wan bi 4 erebeyên bombebarkirî û 6 êrîşên bi hêzên taybet pêk anî. Êrîş beriya ku çete bikevin bajar pêk hat, piştî êrîşan jî beşek ji bajar bidest xistin."

Derbarê rewşa başûrê Sûriyê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Kordîneya leşkerî li Sûriyê û lihevkirina başûr, mijara danûstendinên Rûsiya û Amarîka ye" avêt. Heman rojnameyê sernavê "pêşkêşiyek xurt di navbera Şam û opozisyona çekdarî ya Derayê de pêk hat"

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: " Agahî hatin ku li pêşiya itîfaqa Başûrê Sûriyê ku dibêje rê were dayîn ku hêzên rêjîma Sûriyê li herêmên sînorê Urdin û Sûriyê bi cih bibin, hene.Ev piştî ku hêzên opozisyonê hêzên herêmên xwe radest bikin û hêzên girêdayî Îranê jî ji herêmê vekişin pêk were. Di heman demê de li aliyê Dera û Quneytira hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê  hebûna xwe zêde dikin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Îran û Hizb El-Ah daxwazên Rûsiya ya 'ji nû ve belavbûna li Sûriyê' red dikin" Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Elmaniya biryara girtinê derheqê Mudîrê Istxbaratên Ezmanî yê Sûriyê da" Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Matisse vekişîna Amarîka ji Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdide" avêt.

Rojnameyê da zanîn ku Wezîrê Parastinê yê Amarîka Jems Matisse di civîna NATO yê ku duh li Brussels hate lidarxistin de got ku vekişîna hêzên Koalîsyona Navdewletî ku Amarîka serkêşiya wê dike ji rojhilatê Sûriyê bi pêkanîna çareseriya siyasî ve girêdayî ye. Rojnameyê di nivîsa xwe de gotinên Matisse nivîsand û wiha dom kir: "Di dema niha de ku xebatên leşkerî li Sûriyê ber bi dawî ve diçe, divê rê neyê dayîn ku valatî li Sûriyê pêk were. Ji ber dibe Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed û hêzên piştgiriya wî dikin ji valatiya pêk werbigirin. Heger me dest ji meydana şer berda, dê şaştiyek stratejîk be û dê dîblomasiya me lawaz bike û rê bide teroristên ku nefesên xwe yên dawî didin ku careke din tevbigirin. Nabe beriya ku Nûnerên NY yê Sûriyê  Stefan de Mistura di çarçoveya xebatên aştiyane li Cinêvê destnîşan bike."

Iraq

Rojnameya El-Ereb derbarê aloziya avê ya Iraqê sernavê "Aloziya avê li Iraqê: Niha Iraq di aloziek avê ya dijar re derbs dibe, tê texmînkirin ku di hefte û mehên pêş de zêde bibe"avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku rapor ji Iraqê tên dibêjin ku aloziya avê ku tê jiyankirin gelek dijwar e û wiha dom kir: "Ev pirsgirêk bandorek neyînî li tevahî herêmê dike. Hin aloziya avê wekî karîsat pênase dikin. Ji destpêka mehê ve û baran û berif li herêmên bandorê li çemên Dicle û Firatê dikin pir kêm bariye. Ev yek bû sedema ku asta avê ya herdû çeman pir kêm bibe."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî destnîşan kir ku di vê demê de jî dewleta Tirk mudaxele kir û dest bi dagirtina Bendava Ilisu ya li ser Çemê Firatê kir û wiha dom kir: "Aloziya di navbera herdû welatan de pêk hat."

Rojnameya El-El-Heyat di mijara avakirina hikûmeta Iraqê de sernavê "Hevkariya di navbera El-Sedir û Elawî de, El-Hekîm li benda helwesta El-Ebadî ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Koalîsyona Saîrûn ku Muqteda El-Sedir serkêşiya wê dike û El-Weteniya ku Iyad Elawî serkêşiya wê dikin, her wiha koma El-Hikma ya Emar El-Hekîm Serkêşiya wê dike ber bi avakirina koma herî mezin ve dirin, dema hevkariya di navbera xwe de ragîhandin. Koma wan ji 94 kursiyan pêk tê. Ev yek danbûsteninên avakirina hikûmeta Iraqê carke din gerim dike. Ev hevkarî li benda helwesta Serokwezîr Heyder Ebadî ya 42 kursiyên wî hene maye."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di mijara civîna koma 7'an de jî sernavê "Trump li beranberî koma heftan e" avêt. Rojnameyê bal kişand ser civîna ku duh di nava koma 7'an de hate lidarxistin û got ku civîn di nava nakokiyên mezin de pêk hat."

Urdin

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Urdinê de sernavê "Çalakiyên Urdinê rawestiyan, jiyan li Çerxeriya 4'an carde asayî bû" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çalakiyên gel li Urdinê çalakiyên xwe didin rawestandin û wiha dom kir: "Çalaiyên ku li Çerxeriya 4'an herî zêde dihatin lidarxistin, hatin rawestandin. Piştî ku Serokê weîzrê nû yê Urdinê Umer El-Rezaz qanûna bace ji meclîsê kişand û riya danûstendina niştmanî da ku parastina çîna navîn û xwediyên xerciya diyar biparêze."

Yemen

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Yemenê de sernavnê "Artêşa Yemenê bargehên başûrê Teiz û rojavayê wê rizgar kir" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Diyariyên pîlana Griffith li Yemenê beriya beşê duyemîn derkeve, belav bû" avêt. Rojnameyê got ku pîlana nûnerên NY li Yemenê Martin Griffith ji raya giştî re belav dibe. Ev yek beriya ku cara duyemîn li ber Konseya Ewlekariyê rûnê pêk hat."

Filistîn

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê rewşa Filistînê jî sernavê "Civîna awerte ya Konseya Giştî ya NY derbarê Xezayê dê pêk wer" avêt . Rojnameyê diyar kir ku NY dê roja çarşema pêş derbarê Filistînê de civîna awerte lidar bixe.

Rojnameya El-Heyat jî derbaêr mijarê sernavê "Rojek bi xwîn di roja milyonî ya Qudısê de pêk hat" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rojek bi xwîn di meşa Vegerê de, duh hêzên Îsraîlê 4 welatiyên Filistînî qetil kirinû zêdyî 600 kesî birîndar kirin. Ev di dema beşdarbûna meşa milyonî ya Qudisê pêk hat.