Awistiriya imamên pişgiriyê ji Tirkiyê digirin, dersînor kir

Awistiriya di çarçoveya hemelya li dijî "Islama siyasî û tundiyê" bi dehan Îmamên fînsaseya xwe ji dewleta Tirk digirin û malbatên wan dersînor kirin. Di heman demê de biryar da ku dê 7 mizgeftan bigir in.

Awistiriya imamên pişgiriyê ji Tirkiyê digirin, dersînor kir
8 hezîran, 2018   09:54

NAVEND ANÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Awistiriya Herbert Kickel destnîşan kir ku welatî wî dê derdora 60 îmamên pişgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin û malbatên wan dersînor bikin. Ev biryar piştî ku Serokwezîrê Awistiriya Sebastian Cortes biryar da ku dê îmamên ji derve têne fînasekirin, dersînor bike, pêk hat. Di heman demê de hate gotin ku dê 7 mizgeftên ji aliyê dewleta Tirk ve têne fînasekirin jî werin girtin.

Kickel, li ser mijarê diyar kir ku piştî lêpirsîna rayedarên wan ên karûbarên olî ya li ser wêneyek ku tê de zarok rola kuştiyan di mizgeftekê de pêk dilîzin, pêk hatiye. Ew wêne di yek ji girîngtirîn mizgeftên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne fînasekirin, pêk hatiye. Di wêneya behsa mijarê de şerê Gallipoli yan hemleya Dardanelles ên dema Cenga Cîhanê ya Yekem de dihate nîşandan.

Kickel, ku di civîna çapemeniyê de diaxivî wiha dewam kir: "Cihê komeleyên alîgirên islama siyasî û tundiyê li welatê me nîne."

Biryara hikûmeta Awstirya di encama qanûna sala 2015'an de hate girtin, li gorî qanûnê rê nayê dayîn ku komên olî nabe piştgiriya aborî ji derve bigirin.