Mazot nîne, çinîna genim zehmet e

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kontona Şehbayê Subhî Ehemd diyar kir kêmbûna mazotê li herêmê çinîna hilbirîna genim asteng dike.

Mazot nîne, çinîna genim zehmet e
Mazot nîne, çinîna genim zehmet e
Mazot nîne, çinîna genim zehmet e
Mazot nîne, çinîna genim zehmet e
Mazot nîne, çinîna genim zehmet e
8 hezîran, 2018   09:27

 ŞEHBA

Hevserokê Desteya Çandinyê ya Kantona Şehbayê Subhî Ehmed têkildarî çawaniya çinînê û depokirina hilbirînan li kantona Şehbayê ji ajansa me re axivî.

Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kantona Şehbayê di aliyê çandiniyê de û got ku axa kantonê  ji bo çandiniyê pir baş e û wiha destnîşan kir ku kanton bi dar û zeviyên xwe dewlemend e."

Ehmed destnîşan kir ku çandinî li kantonê bi rêbaza bejahî û bi avdanê ye pêk tê. Ji ber kêmbûna baranê di destpêka demsalî de, bandorek neyînî li hîlberînê bi taybet li ceh kiriye û wiha domand: "Mewsimê hilbirîna ceh û gemin li herêmê destpêkiriye, berhemê îsal ji ber berhemên derbasbûyî pir kêm e û heta mewsimê sala pêş têrê nake."

Ehmed, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji ber zêdebûna serjimariya kantonê û kêmhilberîna genim, qutbûna riyan û tunebûna mazotê zehmetiyên peydekirina genim dikşînin.

Di dawiya axaftina xwe de Subhî Ehmed got: "Her çiqas em zehmetiyan dikşînin lê em bi rola xwe di peydakirina hin depoyên genim de rabûn û em ê sala bê jî pêşwazî bikin".

(şx)

ANHA