Zarokên Efrînê êdî pewerdeya xwe berdewam dikin

Ji bo zarokên Efrînê yên ku ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji warê derketine bê perwerde nemînin. Li navçeya Şêrawa dibistan hate vekirin.

Zarokên Efrînê êdî pewerdeya xwe berdewam dikin
Zarokên Efrînê êdî pewerdeya xwe berdewam dikin
Zarokên Efrînê êdî pewerdeya xwe berdewam dikin
8 hezîran, 2018   10:11

BASIL REŞÎD/ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê bi hevkariya komîna Ş. Dîdar a gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji bo ku zarokên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên neçar man warê xwe terik kirine, bê perwerde nemînin, dibistaneke seretayî bi navê Şehîd Dîdar li gund vekir. Dibistan ji 10 çadiran pêk tê .

Mamosteya dibistanê Zeyneb Xubarî dest nîşan kir ku armanca vekirina vê dibistanê   ew e ku zarok bi aramî û ewlehî perwerdeya bi zimanê dayîka xwe berdwam bikin.

Zeyneb Xubarî diyar kir ku piştî amadekirina konan wê perwerde di roja Şemiyê de destpê bike.

(şx)

ANHA