Dagirkeriya Tirk hilberîna gemim ê Efrînê talan dike

Artêşa Tirk ku dagirkeriya herêma Efrînê dike hilberînên genim û ceh ên welatiyên Efrînê talan dike.

Dagirkeriya Tirk hilberîna gemim ê Efrînê talan dike
7 hezîran, 2018   11:11

BASIL REŞÎD/ EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan 70 patoz şandin herêma Efrînê da ku hilberîna welatiyan a genim û ceh biçinin. Çavkaniyên ji herêma Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk li pêş çavên welatiyan hilberîna wan talan dike û didize û paşê jî derbasî Tirkiyeyê dike.

Heman çavkaniyan ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê welatiyên Efrînê qedexe dikin ku hilberînên xwe biçinin. Her wiha welatiyên ku bi israr nahêlin çete hilberîna wî biçinin, çete agir bi zeviyan wî dixînin.

ANHA