Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?

Şevê din deriyê sînor ê Girê Spî rastî êrîşeke bi çekên giran ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hat. Gelo çi rû da?

Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
Şevê din çi li deriyê sînor ê Girê Spî rû da?
7 hezîran, 2018   11:13

GULÎSTAN MIHEMED – MEED SELOM / GIRÊ SPÎ

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji nuqteyên xwe yên sînorî şevê din saet di 23:00'an de bi çekên giran êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî kir. Êrîşa artêşa Tirk heta derengiya şevê dom kir.

Nûçegihanê ajansa me ANHA'yê ji deriyê sînor ragihand ku di encama êrîşa artêşa Tirk de tenê ziyanên madî çêbûne.

Li gorî wêne û dîmenên nûçegihan şandine, bermahiyên êrîşa artêşa Tirk diyar dibin. Girêdayî mijarê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî Îbrahîm diyar kir ku ew di dema êrîşê de li devera deriyê sînor dima û wiha got: "Artêşa Tirk bê navber devera deriyê sînor bi çekên giran heta derengiya şevê armanc girt."

Elî Îbrahîm got ku wan ti bersiva êrîşan nedane û tenê guleyekî jî bi aliyê Tirkiyeyê ve neavêtine.

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Seîd El-Fehil ku mala wî li devera deriyê sînor e got ku artêşa Tirk hewl dide tirs û xofê bixe dilê welatiyan da ku neçarî koçberiyê bike û wiha anî ziman: "Em ti carî dest ji malên xwe bernadin. Hovîtiya Tirkiyeyê israra me di mayîndina di bajêr de zêde dike."

El-Fehil bang li rêxistinên mirovahî û hiqûqî kir ku van destdirêjiyên artêşa Tirkiyeyê paşguh nekin.

ANHA